HDP'ê Tuma Çelîk îxrac kir

img
ENQERE - Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, diyar kir ku Lijneya Dîsîplînê ya Navendî der barê Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk de biryara îxracê daye. 
 
Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, diyar kir ku Lijneya Dîsîplînê ya Navendî ya HDP'ê der barê Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk de biryara îxracê daye. Oluç, aşkere kir ku Lijneya Dîsîplînê der barê Tuma Çelik de biryara “derxistina teqez" daye.