Ji Kalin daxuyaniya Ayasofya û xîlafetê

img
ENQERE – Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin, derbarê xutbeya Serokê Diyanetê de ev tişt got: “Mele Alî Erbaş tenê ji weqfiyê jêgiran kir. Di xutbeyê de ziman dirêjiya li Ataturk ne mijara gotinê ye. Ji vir encama ‘ziman dirêjî Ataturk kiriye’ dernakeve.”
 
Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin, derbarê xutbeya înê ku Serokê Diyanetê Alî Erbaş li Ayasofyayê xwend de daxuyanî da. Kalin, angaşt kir ku vekirina Ayasofyayê mîlad e û wiha got: “Mele Alî Erbaş tenê ji weqfiyê jêgiran kir. Di xutbeyê de ziman dirêjiya li Ataturk ne mijara gotinê ye. Ji vir encama ‘ziman dirêjî Ataturk kiriye’ dernakeve.”
 
NÎQAŞÊN XÎLAFETÊ 
 
Kalin, derbarê nîqaşên “xîlafetê” de jî ev tişt anî ziman: “Nîqaşkirina pergalê rojeveke çêker e. Nîqaşa xîlafetê jî rojeveke çêker e û ne di cih de ye. Bingeha nîqaşê ne ev e. Li ser popîlerîteya siyasî nîqaş nayê kirin.”