Piştî teqîna li Libnanê Wezîra Ragihandinê îstîfaya kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Lubnanê piştî teqîna li Beyrûdê ku 158 kes mirin û zêdeyî 7 hezar kes birîndar bûn, Wezareta Ragihandinê Manal Evdil Samde îstîfa kir. 

 
Li Paytext Beyrûd ê Lubnanê di 4'ê Tebaxê de teqînê rû dabû. Di teqînê de 158 kesan jiyana xwe ji dest dabû û nêzî 7 hezar kes jî birîndar bûbûn. Di dewînê de nêzî 300 mal xera bûbûn. Piştî teqîn û qaosê Wezîrê Ragihandinê Manal Evdil Samed îstîfa kir. Manal Samed, li Lubnanê bû yekam wezîra ku îstîfa kirî. Wezîr Samed got, ''Piştî teqîna mezin a li Bêrûdê min îstîfa xwe da.'' Wezîr lêborîn xwest û got: ''Ez ji Libnaniyan lêborîan xwe dixwazimi, em ji hêviya wan re nebûn bersiv.'' 
 
Yek ji nîşaneya hêrsa ku he roj mezintir dibe ya li welêt daxuyaniya kardînal Beşara Raî ya Petrikxaneya Marunî bû.  Raî xwest ku Yekşemê hikûmeta îstîfa bike û biçe hilbijartina giştî. Van rojên dawî gelek wekîlan îstîfa kir. Raî got, ''Îstîfaya çend wekîl û wezîran têrê nake.''
 
Şemîyê li Bêrûdê bi hezaran kes li dijî rêveberiyê ku ew bi gendelî, nezîrekrtî û binpêkirinê sûcdar dikirin derketin kuçeyan. Gelek avahiyên wezaretê bûne hedefa çalakgeran.
 
Serokwezîr Hasan Dîab roja Şemiyê ji bo ku hêrsa gel deyne gotibû ew ê pêşniyara hilbijartinê bike.
 
NÊZÎ 500 ÇALAKGER BIRÎNDAR BÛN
 
Li Beyrûdê piştî teqîn çêbû û 158 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 7 hezar kes jî birîndar bûn, gelê Lubnanê daket qadan û çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de çalakgerek hat kuştin û herî kêm 490 kes jî birîndar bûn.