Li Mêrdînê berteka qeyûm: Wê qet nikaribin vîna gel teslîm bigirin

img

MÊRDÎN – Serokwkîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, di salvegera tayînkirina qeyûman a cara duyemîn de diyar kir ku pergala qeyûman têk çûye. Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen jî destnîşan kir ku xelsaiya dinyayê di demokrasiyê herêmî de ye. 

 
HDP’ê, bi sedema salvegera yekemîn a tayînkirina qeyûman a cara duyemîn, bi dûrişmeya “Em tev bi hev re li vîna xwe xwedî derkevin” li ber derê rêxistina xwe ya Mêrdînê, daxuyanî da. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlemterên HDP’ê, hevşaredarên HDP’ê, dayikên aştiyê, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.
 
BÎLGEN: DIVÊ GEL XWE BI RÊ VE BIBE
 
Di daxuyaniyê de destpêkê Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen axivî.  Bîlgen, diyar kir ku divê ne tenê 2 sal in dawîn divê pêvajoya 20 sal in dawîn baş bê nirxandin û wiha got: “Feraseta ku 20 sal berê welat bi rê ve dibir sozê wê ji welat, Ewropa û dinyayê re hebû. Gotibûn ku wê vegerên dema waliyên ku tên hilbijartin. Lê îro ne waliyên hilbjartî 4 milyon mirovên li herêmî mehkûmî rêveberiya şaredarên tayînkirî dikin. Xelasiya mirovan û dinyayê di demokrasiya herêmî de ye. Dijberbûna demokrasiya herêmî navendîbûn û di heman demê de otorîterî ye. Otorînerî nenaskirina vîna gel e. Divê em jî çi dikin bikin siyasetê herêmî bikin. Divê em modelên ku gel biryarên xwe bide serwer bikin.” 
 
BEŞTAŞ: PERGALA QEYÛM  TÊK ÇÛYE
 
Piştî Ayhan Bîlgen Serokwkîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û diyar kir ku pergala qeyûman têk çûye û ev tişt got: “Di vê pêvajoyê de ne şaredar, endamên meclisê jî ji peywirê hatin girtin. Li şaredariyên mu qeyûm tayînî wan hatine kirin vîna 4 milyon kesî hatiye xespkirin. Li tu dereke dinyaya modern rezîltiyeke wiha tuneye. Em bi nêrîne ku bi daxistinê re bilind dibe re rû bi rû ne.”
 
DESTÊ XWE LEZ GIRTIN!
 
Beştaş, qala feraseta ku di rêvberiyên herêmî de dane avakirin kir û ev tişt anî ziman: “Qeyûm navê nefret û xerabiyê ye. Ji berk u zanibûn bi aştiyê biçin, serî li şer dan. Niha şaredarî di rewşeke çawa de ne? Çaraliyê wan bi dûwarên beton honandî ne. Lewre dixwazin diziya xwe biveşêrin. Ji ber vê sedemê qeyûm xesp û hiqûqa dijminahiyê ye. Qeyûm ji rantê û parvekirinên nelirêtiyan hatin tayînkirin. Ji ber ku çûndox in di nav salekê de diziyê mezin kirin. Bi gotina gel destê xwe lez girtin.”
 
‘MODELA MÊRDÎNÊ’
 
Beştaş, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Bûyerên li Mêrdînê di qewimin, pir sûsretin. Li Mêrdînê, qeyûm û şebekeyên wan, sûcên pir mezin kirin.  Dema ku em li belge û pratîka qeyûm a 2 mehên dawî yên di şaredariyê mêze dikin, Tirkiye bi şêlandinek pir mezin re rû bi rû ye. Li bajêr çi heye, veguherandin bertil û ne lirêtiyê. Yê ku ev kiriye jî Walî Mûstafa Yaman e. Şaredariya Bajêrê Mezin a Mêrsînê hemû belgeyên bertile, nelirêtiyê û bêmafiyan ên Walî Yaman hatin pêşkêşkirin. Qeyûmê di 31’ê Adarê de, kesên ji peywirê hatibû girtin, dîs xistin kar û cardin ji cihê mabû, karên xwe yên qirêj û gemarî dewam kir. Ger bê gotin qeyûm, divê li modela Mêrdînê bê mezekirin. Niha Walî Yaman bi biryarnameyan, vekişandin navendê. Hewl didin Yaman ê navê wî bi bertil û tovikan tê bi bîranîn, derxin paqijiyê. Niha ev kesên ku nelirêtî kirine,  girtîne. Gelo 14 kes çima hatin girtin. Hikumeta derbarê van de tu daxuyaniyekê nade. Lê di şaredariyên me de, qutiya çopê jê bê guhertin, mufettîşên wan tavilê dest bi lêpirsînê dikin û medya alîgir vê dike manşetên xwe. Qeyûman ne tenê Mêrdînê talan kirin, li bajarên din jî, pêşbirka wan a nelirêtiyê hebû.” 
 
‘DIVÊ MUSA ORHAN BÊ GIRTIN’
 
Beştaş bal kişan ser çawîşê pispor Mûsa Orhan ê li Êlihê tecawizê jina ciwan kir û dûre wê jina ciwan dawî li jiyana xwe anî jî û wiha got: “Mûsa Orhan nagirin. Ji ber nîşaneya gur a kirî û kamuflaja li ser wî nagirin. Divê bê girtin. Lazime ku ew tecawîzkar bikeve wê girtîgehê û cezayê heq kiriye lê bê birîn. Bi hincetên cuda destûr nedan ku kes beşdarî merasîma cenazeyê wê jina ciwan bibin. Nehiştin gel beşdar bibe. Tecawîzkar serbest berdidin, lê tevlîbûna cenazeyê jina ciwan qedexe dikin. Ewê berdêla vê yekê bidin. Ji ber vê yekê dijminantiya navendên jinan dikin. Lê jin li dijî vê têdikoşin û têkoşîna xwe dewam dikin. Em jin her tim hebûn, em hene û em ê hebin.”  
 
‘EM Ê BERXWEDANA XWE DEWAM BIKIN’
 
Beştaş di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ger modela wan a qeyûm hebe, modela me jî ya demokrasiyê heye. Em dikarin rewşê biguherînin. Di 31’ê Adarê de me ev yek nîşanî tevaniya cîhanê da. Em di asta 3’yemîn a têkoşîna domokrasiyê dene. Herî zêde em siyaseta qirêj a vê rejîmê nas dikin. Em bi xwe û hêza xwe bawerin. Em li vê derê bang dikin; Hevşaredarên me berdin. Şaredariyên me paş ve bidin me. Hûn bi xespê li wan deran rûdinin. Qeyûmên we zimanê kurdî qedexe dikin, lê Wezareta Karê Hûndir hinceta tayînkirina qeyûman di sîteya xwe de bi kurdî dide. Kurd li vê derê xwedî mafin. Çi dibe bila bibe gavekê tenê jî paş ve ne avêjin. Şaredarî yên gelin û nûnertiya vîna gel dikin. Emê dîsa şaredariyê xwe qezenc bikin û paşve bistînin. Em ê berxwedana xwe dewam bikin. Tew hûnê tu carî nebin ku mijangên me jî bihejin. Emê demokrasiyê bibînin vî welatî. Em ê bi dirûşmeya ‘li dijî şer aştiyê û li dijî tecrîdê azadiyê’ heya 10 rojan li qadan bin.” 
 
Piştî axaftinê daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû.