Başaran: Destdirêjiyên li Kurdistanê rêbaza şerê taybet e

img

ENQERE – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku li bajarên bakurê Kurdistanê bi destê dewletê destdirêjî wek “rêbazek şer” a taybet tê birêvebirin. 

 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li navenda giştî ya partiya xwe derbarê mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Başaran bi kuştina Îpek Er a 18 salî ku çawişê pispor Mûsa Orhan destdirêjiyê lê kir û dawî li jiyana xwe anî dest bi axaftina xwe kir û got: “Destdirêjiya li dijî jinan bi sed salan e wek rêbazek şer tê bikaranîn. Li bajarên bakurê Kurdistanê destdirêjiya li dijî jin û zarokan bi destê dewletê tê kirin. Ev jî rêbaz û polîtîkaya şerê taybet e.”
 
MALBATEK 7 SAL IN LI EDALETÊ DIGERE 
 
Başaran ji ber vê bûyera Îpek Er bûyerek di sala 2013’an de li navçeya Midyada Mêrdînê bi bîr xist û diyar kir ku cerdevanan jinek revandiye û destdirêjî pê kirin û bûbû sedema mirina wê jinê. Başaran got ev malbat 7 sal in têkoşîna edaletê birêve dibe. 
 
Başaran gelek bûyerên destdirêjiya li dijî zarok û jinên kurd bi bîr xist û da zanîn ku rayedarên dewletê bi zanebûn ser sûcên tên kirin vedişêre. 
 
BERSIVA SOYLÛ DA 
 
Başaran bersiva Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû yê ku li şûna kujer Mûsa Orhan, HDP’ê kir armanca xwe jî da û got: “Kes nikare me bidarizîne. Yê ku herî dawiyê wê dikaribe me bidarizîne ew jî Suleyman Soylû ye. Yên ku dixwazin ser bûyerê bigirin wê nikaribin hesab ji me bixwazin. Li Tirkiyê li ser medya civakî lêgerîna edaletê tê kirin û xwestin. Ev jî şerma rayedaran e.” 
 
‘ÇI DERDÊ WE BI PEYMANÊ RE HEYE’ 
 
Başaran bal kişand ser Peymana Stenbolê ya ku bûye armanca îqtîdarê û got: “Çi derdê web i Peymana Stenbolê re heye gelo? Peyman destkeftiyek e û em ê peymanê biparêzin û ji bo wê têbikoşin.” 
 
‘NAXWAZIN KU JIN BIBIN ÎRADE’ 
 
Başaran bal kişand ser salvegera yekemîn a tayînkirina qeyûman û got: “Çawa qeyûm hatin tayînkirin ewilî destkeftiyên jinan kirin armanca xwe û tune kirin. Naxwazin ku jin bibin îrade.”