Nebez Xalid: Divê gel li dijî dagirkeriyê xwe bi rêxistin bikin

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêrê Siyasî Nebez Xalid, têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên siyasî, eskerî û aborî ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike got: "Divê gel li benda desthilatê nemîne û li dijî dagirkeriyê xwe birêxistin bike." 
 
Nivîskar û Çavdêrê Siyasî Nebez Xalid, li ser operasyonên eskerî û aborî yên Tirkiye li dijî herêma Federe a Kurdistanê dimeşîne ji Ajansa Rojnews'ê re axivî. Nebez Xalid, bal kişand ser şerê li herêma Heftenînê pêk tê û wiha got: "Niha li Heftenînê şer heye. Dagirkeriya ku dewleta Tirk rojane li ser Başûrê Kurdistanê dimeşîne, ne destpêka dasgirkeriyê ye. Ji beriya destpêkirina êrişa leşkerî, bi rêya aborî, siyasî, perwerde û bazirganiyê û avakirina baregehên sîxûrî û leşkerî Başûrê Kurdistan hatibû dagirkirin.”
 
‘PARASTINA BAŞÛR DIKIN'
 
Xalid Nebez balkişand ser berxwedaniya endamên HPG'ê ya li dijî eskerên TSK'ê dimeşîne û wiha domand: “Ya ku niha li dijî dagirkeriya Tirk li berxwe dide xeta berxwedaniyê ye. Ev xet raste rast parastina Başûrê Krudistanê dike. Dijminên vê xeta berxwedaniyê jî raste rast alîkariya dewleta Tirk dikin. Metirsiya vê dagirkeriyê li pêş çavê cihanê ye, lê ji vê metirsîdartir ewe ku welatên serdest û civaka navnetewî ji vê dagirkeriyê re bêdeng dimînin.”
 
‘ERDOGAN ARMANC DIKE MÎSAK-Î MÎLLÎ ZINDÎ BIKE'
 
Xalid Nebez, li ser feraseta Serokê AKP'ê Erdogan jî rawestdiya û got: “Dewleta Tirk xizmetê ji projeya îxwanî re dike. Dixwaze bandora îxwantiyê li ser herêmê bide ferzkirin û împaratoriya Osmaniyan zindî bike. Dixwaze bi zindîkirina Misaqî Milî wîlayeta Musil bixe di jêr desthilata xwe de. Mînaka vê jî Rojavayê Kurdistan e. Lê mixabin gelê Başûrê Kurdistanê ta radeyek bêxeme li beramberî êrişên ku li ser Heftanîn û xaka Başûrê Kurdistanê tên kirin. Sedema vê yekê jî medyaya ser bi desthilatê ye ku rastiyan wekî heyî nîşanê gel nadin. Di demekî ku dewleta Tirk welatiyên me qetil dike, kerameta me dixe bin lingên xxwe, gundên me wêran dike û xaka me dagirdike, gelek bê şermane dibêjin sedem PKK’ye.”
 
‘LAZIM E GEL BÊTIR XWE BI RÊXISTIN BIKIN'
 
Çavdêrê Siyasî Nebez Xalid, herî dawî ji gel xwest ku bêtir xwe bi rêxistin bikin û wiha axivî: "Divê gelê Başûr fambike ku desthilata li  Başûrê Kurdistanê heye, ne di berjewendiya gel de ye. Hikûmetek xwemalî ku di berjewendiya gel de be nine. Ji bona wê derî vekirî maye, her roj dewletek yan jî hêzek cûda êriş dike ser Başûr. Ji bona wê divê gel xwe bi xwe rêxistin bike, parastinê bike û daxwazê ji hikûmetê neke.”