Li Şaredariya Bismilê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin angaşta nelêritiyê

img
AMED – Hat angaştkirin ku qeyûmê berê yê Şaredariya Bismilê Suleyman Yuksel, di bedila ruxsatê de ji kesekî milyon û 500 hezar TL bertîl girtiye.
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, angaştên nêlirêtiyê û girtina bertîlê yên qeymeqamê berê yê navçeya Bismilê ya Amedê Kerem Suleyman Yuksel ku weke qeyûm tayînî şûna Hevşaredarên Bismilê Orhan Ayaz û Gulşen Ozer hatibû kirin, bir rojeva meclisê. 
 
NELIRÊTÎ Û BERTÎL
 
Parlamenter Dag, diyar kir ku qeyûmê berê Yuksel bi nelirêtî û bertîlên ku girtin şaredariyê li xesarê xistiye. Dag, diyar kir ku Yuksel li navçeyê erdên ku di nav qada çandiniyê de cih digirin weke qada tesîsa perwerdeyê guhertiye, kiriye erse û ji bo lêkirina 50 vîlayên luks, ruxsat daye mutehît A.A. Dag, da zanîn ku ji aliyê xebatkarên şaredariyê ve tê angaştkirin Yuksel vê yekê di berdila girtina milyon û niv TL bertîlê de kiriye. 
 
NELIRÊTIYAN DUYEMÎN
 
Dag, da zanîn ku nelirêtiyek jî li ser erseyeke 15 donim a di têketina Bismilê de hatiye kirin û derbarê mijarê de ev agahî dan: “Ev erse bi nirxeke pir kêm ji bo xwediyê Ofisa Petrolê ya Aykalê hatiye firotin. Erseya bi 15 milyon TL’yî bi 2 milyon TL’an hatiye firotin. Tê gotin ku ev nelirêtî ji aliyê C.A. û Z.E. yên ku li şaredariyê peywirdarên ve hatiye organîzekirin. Tê angaşkirin ku C.A. û Z.E. ji bo vê firotinê 4 milyon TL bertîl girtine. Bi vê nelirêtiyê şaredarî bi 13 milyon TL’yan li xesarê ketiye.”
 
XWEST SOYLÛ DAXUYANÎ BIDE
 
Di berdewamê de Dag, destnîşan kir ku ji ber van nelirêtî û bertilan derbarê qeyûmê berê Yuksel de doz nehatiye vekirin û weke qaymeqam tayînî navçeya Malkara ya Tekîrdagê hatiye kirin. Derbarê mijarê de Dag, pêşnûmepirsekê da serokatiyê meclisê û bi çend pirsan xwest ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû têkildarî mijarê daxuyanî bide.