HDP bi nûnerên partiyên kurd re hat gel hev

img
AMED – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, li Amedê bi nûnerên partiyên kurd re hat gel hev. Biryarên ku di civînê de bên girtin dê bi raya giştî re bên parvekirin.
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Îmam Taşçier, Alîcan Onlu, Nûsrettîn Maçîn û Nejdet Îpekyuz, li Otela Nêw Gardên a li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi nûnerên partiyên kurd re hatin gel hev. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir û nûnerên Komeleya Kurdên Şoreşger û Demokrat (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PİA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Paltforma Kurdên Demokrat-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) û Partiya Azadî tevlî civînê bûn.
 
WÊ DI CIVÎNÊ DE BIRYAR BÊN GIRTIN
 
Beriya civînê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, daxuyaniyek da û ragihand ku ji ber vîrûsa koronayê bi partiyen tifaqa kurdistanî re nehatine gel hev û agahî da ku wê di demên pêş de civînên wan ên bi vî rengî zêde bibin. Aydenîz, ragihand ku wê di civînê de biryaran bigirin û piştî civînê bi raya giştî re parve bikin. 
 
Piştî daxuyaniya Aydenîz civînê ji çapameniyê re girtî berdewam kir.