Ji HDK’ê pêngava ‘Li dijî qrîza kapîtalîzmê têkoşîna hevpar a gelan’

img

STENBOL – HDK’ê starta pêngava ‘Li dijî qrîza kapîtalîzmê têkoşîna hevpar a gelan’ da. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan welat dike qrîzan. 

 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li navenda xwe ya giştî ya li Taksîma Stenbolê, bi civîneke çapameniyê starta pêngava ‘Li dijî qrîza kapîtalîzmê têkoşîna hevpar a gelan’ da. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Şahîn Tumuklu, nûnerên Partiya Jinûve Damezrandin Sosyalîst (SKYP), Serokê Giştî yê Lîmter Îş’ê Kanber Saygili û Seroka Giştî ya OHD’ê Ayşe Acînîklî, parlamenterên HDP’ê Huda Kaya û Dilşat Canbaz Kaya û gelek kes tevlî civînê bûn.
 
‘TECRÎD WELAT DIKE QRÎZAN’
 
Di civînê de Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû axivî û bal kişand ser kûrbûna qrîza aboriyê ya li Tirkiyeyê û got ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan welat dike qrîzan. Ûgûrlû, bal kişand ser qrîzên siyasî yên li welat jî û destnîşan kir ku meclisa Tirkiyeyê peywira xwe winda kiriye û zextên ku ji hêla desthilata AKP-MHP’ê li ser kurdan û muxalefetê tên meşandin bi bîr xist. Ûgûrlû, derbarê pêngava ku dan destpêkirin jî got ku pêngava wan ne kampanya ye û wê bê navber bê domandin.
 
‘BEDÊLA ŞER GEL DIDIN’
 
Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû ku girtî ye jî ji girtîgehê peyameke şand û destnîşan kir ku bedêla şer gel didin.