Sancar: Lazim e Erdogan tevî kabineya xwe îstîfa bike

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, diyar kir ku tenê îstîfaya Wezîrê Maliyê Berat Albayrak têr nake û wiha got: "Lazim e Erdogan û hemû kabîneya Erdogan  îstîfa bikin. Niha pêdivî bi hilbijartinek pêşwext heye." 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, di civîna koma partiya xwe de geşedanên dawî nirxad. Sancar, ewil îstîfaya Wezîrê Maliyê û Xezîneyê Beraat Albayrak nirxand û wiha got: “Di 2 rojên dawî de em di weşanê de têkçûnekê temaşe dikin. Wezîrê Maliyê û Xezînê Albayrak 2 roj berê li ser hesabê medya înternetê peyama îstîfaya xwe parve kir. Di vê navberê de alozî û rageşiyek pêş ket. Balkêş e medya serdest û îqtidarê ev yek qet nedît. Bi saetan yek nûçe jî derbas nekir û îhtîmalek mezin li heviya fermanê sekinîn. Tenê çend qenalên televîzyonê ev nuçe dan. Lê ev qanalên ku nûçe dan jî ne qanalên alîkar û hevkar bûn. Qanalên ku li gel hemû zextan di weşana azad de israr dike bû. Em dizanin ku li vir qeyrana aborî heye. Em dizanin ku qeyrana aborî peye. Em dizanin ku ev qeyran ne tenê qeyrana şexsekî û wezîrekî ye. Li holê pergalê îflas kiriye. Nivîskarekî Welatê Amarîka Latinê gotiye ‘Di tariya tarî de kesek tenê jî hebe ku heqîqet û rastiyê biqîre, wê teqez rastî ronî bibe.' Niha jî HDP vê yekê dike. Em ê di her şert û mercan de heqîqetê biqîrin. Em ê her tim hafizayacivakê nûjen bikin." 
 
Sancar, destnîşan kir ku hemû sazî û rêxistinên dewletê bi yek zilamî ve girêdane û wiha lê zêde kir: "Daraz di çi halî de ye, em her roj di weşanên zindî de dibinin û temaşe dikin. Her roj mirov bi keyfî tên girtin. Bê edalet tên darizandin. Mirovên sûcdar nayên cezakirin û yên bê sûc tên cezakirin. Niha tiştekî bi navê darazê li holê nemaye." 
 
DI HEZÎRANA 2015'AN DE TÊKÇÛNÊ DEST PÊ KIR
 
Sancar, anî ziman ku vê pergalê xizanî û têkçûn anî vî welatî û wiha berdewam kir: "Tişta niha hilweşiya û têk çû ne tenê palpişta wezîr e. Ya têk çûye pergal bi xwe ye. Dîroka vê têkçûnê Hezîrana 2015'an e. Di 7'ê Hezîrana 2015'an de encama hilbijartinê nîşan daku têk çûne. Bi 1'ê mijdara 2015'an têkçûna wan pêk hat. Piştî vê yekê Pergala Hikûmeta Serokomariyê ava kirin. Hemû sozên dabûn tersê wan pêk anîn." 
 
DIVÊ HEMÛ QABÎNEYA SEROKOMAR ÎSTÎFA BIKE
 
Sancar, da zanîn ku pêwiste ne tenê wezîr, divê hemû kabîneya Serokomar îstîfa bikin û wiha bi dawî kir: "Em dipên ku vê berpirsiyariyê û basiretê bidin ser xwe. Li pêş me serdemek nû neye. Yek ji vê serdemê hilbijartin e. Ji bo guhertina îqtîdarê û pergalê ev hilbifartin firsendek e. Divê Serokomar û kabîneya xwe bi hevre îstîfa bikin. 
 
Sancar, herî dawî da zanîn ku weki HDP'ê ji hilbijartinan re amade ne.