Kemalbay: Gelên li Tirkiyeyê jiyanek nû heq dikin

img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, da zanîn ku armanca wan a sala 2018'an serkeftin e û wiha axivî: "Em ji sala 2018'an bi hêvî ne. Gelên li Tikriyeyê jiyaneke nû heq dikin. Ji bo hemû nasname û baweriyan bi azadî bijîn, pêwîstiya gelên li Tirkiyeyê bi HDP'ê heye."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 11'ê Sibatê de 3'yemîn Kongreya Awarte a Mezin li dar bixe. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, pêvajoya kongreyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
Kemalbay da zanîn ku ji bo veguherandina Tirkiyeyê, demokrasiya radîkal a di HDP'ê de gelekî girîng e û wiha axivî: "Heta niha li dijî hemû tundî, tune hesibandin, înkar û polîtîkayên antî demokratîk, bi milyonan mirovî got ku 'Em jiyaneke nû dixwazin. Jiyaneke demokratîk dixwazin. Jiyana wekhev û azad dixwazin.' Bêguman di 5 salan de kedeke bêhempa hat dayîn û bi kampanyayên rengîn em bi gel re hatin gel hev. Di 7'ê Hezîranê de ji 6 milyonî zêdetir me deng girt."
 
'HDP PÊŞENGIYÊ DIKE'
 
Kemalbay aşkera kir ku beşek, neteweyek û baweriyeke desthilatdariyê, hemû beşên pişt de mayîn înkar dike, daxwazên wan ditepisîne û wiha got: "Dixwazin van hemû cudahiyên HDP'ê ji holê rakirin. HDP ne tenê ji bo beşeke civakê, ji bo hemû beşên civakê demokrasiyê wekî şertê pêşîn daniye holê û di vê çarçoveyê de xebatên xwe dimeşîne. Jiyana azad û wekhev bi pêş dixe. Ji bo nirxên xwe yên muhafazakar, hûn nikarin azadiyan ji holê rakin. Ji bo wê pêwîstî bi demokrasiya radîkal heye. Ev xwe dispêre nirx, hevgitina gelan. HDP pêşengiya vê dike."
 
'EM DI TELAŞA EM Ê ÇI BIKIN DE NÎNIN'
 
Kemalbay destnîşan kir ku bi bombardûmana medyayê re OHAL û KHK'an li ser civakê ferz dikin, di vê pêvajoyê de yên herî zêde li ber xwe didin jinin û ev tişt anî ziman: "Ew êrîş dikin, em ne di wê telaşa em ê çi bikin de ne. Wekî ku li Tirkiyeyê rewşeke awarte û dijî demokrasiyê tuneyî didin nîşan. Berî her tiştî divê em hînê vê rewşê nebin. Ew mafên ku me bi dest xistine, em ê teqes teslîmê wan nekin. Ji bo demokrasî bi rasteqîn di civakê de mayînde bibe, em ê nexşerêyekê bixin meryetê. Em ne di telaşa 'Ew êrîş dikin, em ê çi bikin' de ne. Em bi biryarin ku dê desthilatdariya antî demokratîk û faşîz têk bibin."
 
Kemalbay da zanîn ku li dijî êrîşên faşîzmê jin kirde ye û wiha pê de çû: "Em wekî jin berdevkiya jiyana nû dikin. Ji hêlekê ve dixwazin faşîzmê têk bibin, ji hêlekê ve jî dixwazin jiyana nû ava bikin."
 
'PÊWÎSTÎ BI PÊNGAVÊN NÛ HENE'
 
Kemalbay anî ziman ku divê HDP ji dijî êrîşên faşîzan pêngavên hêj mezintir bavê je û der barê zextên li ser HDP'ê de jî ev tişt got: "Li dijî hemû dorpêçên mezin, êrîş û girtinan, em berdevkê berxwedanê ne. Lê ev rastiyek e. Tenê li ser piya mayîn, faşîzim têk naçe. Di heman demê de divê hemû dînamîkên civakî bi hev re tev bigerin û hêj bi pêş ve biçin, pêngaveke mezintir bavêjin, qesr û qonaxan hilweşînin. Tişta ku gel ji me dixwaze ev e. Dema em diçin 3'yemîn Kongreya Asayî a Mezin em bi peywireke wiha re rû bi rû ne."
 
'DIVÊ EM LI SALONA KONGREYÊ BIN'
 
Kemalbay diyar kir ku ew armanc dikin ku kongreyek ji deh hezaran pêk tê lidarbixin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi nêrînên cuda, govendên xwe, horonên xwe, zeybekên xwe, dirûşim û daxwazên xwe divê em baweriya xwe derxin holê û bi girêdana jiyana nû re salona kongreyê tije bikin, hêza xwe tev li hêza kongreyê bikin. Divê em nerazîbûnên xwe bînin kongreyê û di warê çareserkirinê de vînekê daynin holê."
 
'DESTHILATDARIYEKE ŞIKESTÎ Û RÛXIYAYÎ HEYE'
 
Kemalbay derbirî ku sala 2018'an saleke krîtîk e û wiha pê de çû: "Ev jî kongreya me gelekî stratejîk dike. Rejîma AKP-Erdogan her dem behsa sala 2019'an dike û wekî referans dide nîşan. Ew bi hişmendiya rêvebirina OHAL û KHK'ê, dixwazin gelên li Tirkiyeyê bi rêve bibin û wan hînê vê rewşê bikin. Hevkariya xwe jî ava kirin, em vê yekê wekî hevgirtinekê nabînin. Bahçelî û Erdogan wekî cêwiyên ruhî ne. Her du jî partiyên derbeyê ne. Hêza ku ji vir digirin dixwazin gelên li Tirkiyeyê bipelçiqînin. Ev hevgirtin dixwaze di sala 2018'an de xwe bi rêve bibe. Lê desthilatdariyeke rûxiyayî heye. Ji ber derê tirsa rizandinê xwe daye der."
 
'DIVÊ SALA 2018'AN BIBE SALA SERKEFTINÊ'
 
Kemalbay bi lêv kir ku sala 2018'an di heman demê de sala ku faşîzm dixwaze bi sazî bike, lê faşîzm hêj zêdetir lewaz bûye û wiha got: "Dê di vê salê de faşîzim bişkê. Tenê têkoşîna ku me heta niha meşandiye, em hêj zêdetir xwedî lê derkevin û bi pêş bixin. Em dikarin vê yekê bikn. Me di demên borî de ji pêvajoyên derbeyê re şahidî kirin. Lê sala 2018'an ji bo me sala serkeftinê ye."
 
Kemalbay got ku divê eniya demokrasiyê bê bi hêzkirin û da zanîn ku pêwîstiya gelan bi HDP'ê heye.
 
MA / Yasîn Kobulan – Metîn Yoksu