Rojeva MGK’ê: Li hundir OHAL û li derve şer

img

ENQERE – Lîjneya Ewlehiya Neteweyî (MGK), bi serokatiya Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan li hev dicive. Li bendê ye ku di civîna MGK’ê de OHAL 3 mehên din jî bê dirêjkirin û biryarên amadekariyên destwerdana li dijî Efrînê bê dayîn. 

Lîjneya Ewlehiya Neteweyî (MGK), bi serokatiya Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Bêştepeyê li hev bicive. Du mijarên girîng ên civînê dirêjkirina Rewşa Awarte (OHAL) û amadekariyên şerê li dijî Efrînê ye. Beriya niha Lîjneya Wezîran biryar girtibû ku dê OHAL’ê 3 mehên dirêj bikin û dê di civînê de biryara “pêşniyarê" derkeve. 
 
Lê dê di mijara rojeva civînê de amedakariyên êrîşên li dijî Efrînê derkeve pêş. Wê bi berfirehî êrîşên li dijî Efrînê bigirin dest. 
 
Piştî civîna MGK’ê li bendê ye ku Lîjneya Wezîran jî li hev kom bibe û biryarên bên girtin plansaziya wan derbixe.