‘Rojeva esasî têkoşîna li dijî faşîzmê ye û em ê bi ser bikevin’

img

STENBOL – HDP'iyên li Stenbolê ji bo kongreya 11'ê Sibatê xebatan dimeşînin, ji bo kongreya ku wekî avakirina 2'yemîn pênase dikin ev tişt gotin: "Dê rojeva esasî têkoşîna li dijî faşîzmê be û em ê bi ser bikevin. Em wekî HDP em ê di nava têkoşîna şoreşê de bin."

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, di taştê de bi rojnamegeran re hatin gel hev û der barê kongreya 11'ê Sibatê dê li Arenaya Enqereyê pêk bê, agahî da. Di taştê de hevserokên giştî yên HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek, Esengul Demîr, Seroka ESP'a Stenbolê Pinar Turk, Berdevkê Partiya Pêşeroja Çop û Keskan ê Stenbolê Cengîz Şanli, Serokê Partiya Şoreşger ê Stenbolê Alî Emre Ecer, Endamê Lijneya Rêveberiya SYKP'ê Mehmet Kesîm û kedkarên çapemeniyê amade bûn. Piştî taştê hevgirtiyên HDP'ê der barê xebatên kongreyê de agahî dan.
 
‘JI STENBOLÊ 30 HEZAR KES’
 
Hevseroka HDP'a Stenbol Esengul Demîr diyar kir ku wan bi navçeyan re dest pê kiriye û konfernas li darxistine û ev tişt got: "Em ê di 2-3-4'ê Sibatê de konferansan li dar bixin. Ji bo tevlibûna kongreyê em ji Stenbolê 30 hezar kesî armanc dikin. Me xebatek berfireh daye destpekirin. Hemû navçeyên me di seferberiyê de ne." Berdevkê YSGP'ê Cengîz Şanli jî aşkera kir ku ew ê kêmasiyên xwe jî bînin ziman û got ku divê HDP ji bo makeqanûneke demokratîk di nava hewldanan de be. Serokê Devrîmcî Partiyê yê Stenbolê alî Emre Ecer da zanîn ku ew ê li gel HDP'ê bersivê bidin Qesrê.
 
‘ALTERNATÎFA YEKEMÎN HDP YE' 
 
Serka HDP'a Stenbolê Pinar Turk jî ev tişt got: "HDP ji herêmê ber bi giştî ve dibe. Tekane alternatîfa Tikirye û Kurdistanê HDP ye." Endamê Lijneya Rêveber ê SYKP'ê Mehmet Kesîm diyar kir ku dê Erdogan negihêje armanca xwe û wiha axivî: "Me di hilbijartina yekemîn de AKP ji desthilatdariyê xist û me wisa dest pê kir. Dewletê di plana xwe ya çong şikandinê de bi ser neket. Em wekî HDP em têkoşîna şoreşê bidomînin. Em ê wekî kaldiraç faşîzmê paşve bixin. SYKP piştgirê ve ye. Em ê HDP'ê mezin bikin, Erdogan û AKP'ê têk bibin."
 
‘HDP ŞERÊ VÎNÊ DIMEŞÎNE’
 
Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek jî destnîşan kir ku rejîma AKP û Qesrê ne tenê zextan li HDP'ê dike, li hemû beşên civakê dike û wiha axivî: "HDP hêviya gelan a hevrejiyana azad e. Tu pirsgirêkên gelan tune ne. AKP û Erdogan dibin sedem. Ji ber ku AKP ji hêla HDP'ê ditirse, demek dirêj e li dijî gelên me şidetê bi pêş dixe. HDP şerê vînê dimeşîne."
 
‘TECRÎD KÛR KIRIN’
 
Çîçek anî ziman ku piştî AKP'ê pêvajoya çareseriyê xirab kiriye, destpêkê tecrîda li dijî avakarê fikrî yê HDP'ê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kûr kiriye kiriye û wiha pê de çû: "Pêngava vîn şikandinê destpêkê ji vir dest pê kir. Pêngava duyemîn bi rûxandina bajarên kurdan dewam kir. Pêngava sêyemîn bi rêya qeyûman şaredariyên me dagirkirin û hevşaredarên me girtin. Xwestin vîna demokratîk bişkînin. Pêngava çaremîn, bi ser siyaseta demokratîk de çû. Di serî de hevserokên me yên giştî, bi hezaran rêveberên me hatin girtin. Hemû dîl hatin girtin. Niha jî pêngava pêncemîn davêjin. Dixwaze vê jî ji girtîgehan dest pê bike. Heke vîna şoreşgerî ya li girtîgehan teslîm bigire, dê civakê jî teslîm bigire. Ji bo vê cilên yek tîp xistiye dewrê."
 
Çîçek derbirî ku AKP sala 2018'an wekî sala fînalê dibîne û hemû pêngavên xwe li gorî vê davêje û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sala 2018'an ne sala AKP'ê sala gelan e. Dê hêzên demokrasiyê hêj mezintir bin. Hêviyên me yên serkeftinê mezinin. Dê kongre vîna avakar diyar bike. Em ê bikevin pêngaveke siyasî ya demê. Ez bang li hemû gelan dikim ku di kongreyê de mil bidin milê hev."