Bakirhan: Em ê zêdetir li ber xwe bidin

img
RIHA / WAN - HDP'ê li Riha û navçeya Qelqeliya Wanê kongreyên xwe li dar xist. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tûncer Bakirhan ê di kongreya Rihayê de axivî û got: “Em ê zêdetir li ber xwe bidin, xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ku em mafdar in. Yekane hêza ku van têk bibe em in.”
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Kongreya Awarte ya 3'yemîn bi dirûşma “Bi hêvî û cesarete em xwe bi rêxistin bikin, faşîzmê têk bibin” li eywaneke dawetê ya li navçeya Halîliye ya Rihayê pêk anî. HDP’iyan li eywana kongreyê pankartên “Bi hev re li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer, aştî" , “Têkoşîna me ya jinan nikare bê darizandin” û “Her netew bi zimanê xwe heye” daliqandin. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tûncer Bakirhan, Parlementerên HDP’ê Nîmetûllah Erdogmûş, Omer Ocalan, Huda Kaya, Ayşe Surucu û Nûsrettîn Maçîn, Dayikên Aştiyê, serokên CHP’ê yên bajêr û navçeyan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek welatî beşdarî kongreyê bûn. 
 
Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir û di kongreyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.
 
‘EM TESLÎM NABIN’ 
 
Piştî hilbijartina dîwanê, parlementera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya axivî. Kaya qala zextên li ser partiya xwe kir û wiha got: “Niha di girtîgehan de 16 hezar endamên me hene. Baş e karîn dengê me bibirin? Na. Jin, ciwan û ev gel bêdeng nebû, têdikoşe. Ji bo ku bêexlakî, reziltî û sernektinên xwe bipêçinînin êrîşî me dikin. HDP xwediyê vê axê ye. Em tenê jî bimînin teslîmî derewkar, diz û xwînrijan nabin.”
 
'MUXALEFETEKE BI HÊZ HEWCE DIKE'
 
Kaya anî ziman ku duh jî îro jî ji bo herkesê edalet xwestine û wiha berdewam kir: “Zalim hatin guhertin em dîsa dibêjin edalet. Zalimên serdemê ji firewn, Nemrûd û Hîtler derbas bûn. Sibê wê zalimên li qesrê jî ji me edaletê bixwazin. Li dijî zalimtiya AKP’ê muxalefeteke bi hêz hewce ye. Ji bo ku em zalimên serdemê bişînin sergoyê gavek ma.”
 
Pişt re Tûncer Bakirhan axivî û diyar kir ku ji bo ku hem li hûndir hem jî li derve serneketinên xwe bi pêçin êrişî HDP’ê dikin û wiha got: “HDP were girtin dê çi bibe? Hûn bi girtina HDP’ê dihesibînin ku pirsgirêka kurd çareser bikin? HDP nûnera gelekî ku 30 caran serî hilda ye. Ev gel bê parlemento jî dikare têbikoşe. Ji gelê herî qedîm yê vê axê re dibêjin ‘hûn kî ne’. Baş e hûn kî ne? Hûn bombeya ku li Pirsûsê teqîya ne, hûn kujerên Dayika Taybet in. Em zarokên Dayika Ûveyş, neviyê Seyîd Riza û Şêx Seîd in.”
 
Bakirhan bal kişand ser vê pêvajoya ku bi zor û zehmet têde derbas dibin û got: “Divê em li dijî zextan bi hêztir bibin. Li dijî zilmê bêdeng nemînin. Em ê zêdetir li ber xwe bidin, xwe bi rêxistin bikin, ji ber ku em mafdar in. Yekane hêza ku van têk bibe em in. Ji ber ku li dijî zext, bêedaletî û neheqiyê em li ser piya ne dîn û hat dibin. Pêwistiya vî welatî careke din bi danîna maseyê ya bi Îmraliyê heye. Ji ber vê jî pêwîstî bi diyalog û pêvajoyekê heye. Armanca van çareserî an makeqanûn nîne. Ji bo wê tenê tiştek heye ku bikin ew jî şandina AKP’ê û hevkarê wî yê biçûk di bin bendavê de hiştine.”
 
Piştî raporên malî û xebatê hatin xwendin, Çîgdem Karageçîlî û Ziya Çalişkan weke hevserokên bajêr hatin hilbijartin.
 
QELQELΠ
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Qelqeliya Wanê jî bi dirûşma “Xwe bi rêxistin bikin, faşîzmê têk bibin” Kongreya Asayî ya 3’yemîn pêk anî. Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenter û rêveberên HDP’ê û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Beştaş di kongreyê de axivî û destnîşan kir ku tirsa herî mezin a AKP’ê ew e ku HDP heye. Beştaş greva girçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi dawî anîna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi bîr xist û got divê tecrîd gavek beriya gavekê were rakirin. Beştaş anî ziman ku xelkê kurd gelek bedelên giran dane û wê qet û qet dest ji têkoşîna xwe bernedin û dê li dijî polîtîkayên tecrîd û şer derkevin. Beştaş bal kişand ser gefên li dijî HDP’ê û hilbijêrên HDP’ê û got: “Xwedê hezar car bela te bide te. Hûn bi kîjan mafî nifiran li HDP’ê û hilbijêrên wê dikin. Ev jî bêçaretiya wan nîşan dide.” 
 
Piştî axaftina Beştaş hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û Mehmet Şefîk Enuştekîn û Sakîne Kûtpinar ji bo hevserokatiya HDP’ê ya navçeyê hatin bijartin.