Ji 2'ê Adara 94'an heta niha 27 salin şaşî didome

img

ENQERE - Di ser darbeya 2'ê Adarê ya li dijî DEP'ê re 27 sal borîn. Têkildarî salvegera darbeyê siyasetmedar Sirri Sakik, nirxandin kir û got: "Ne 27 sal, 47  sal derbas bibin û partî bên girtin jî dîsa pirsgirêka Kurdan didome. Mixabin hêj di polîtkayên şaş de israr dikin.

Di ser darbeya 2 Adara 1994'an a li dijî DEP'ê re 27 sal derbas bûn. 27 sal berê parlementerên Kurd ên DEP’ê piştî lijneya giştî ya Meclîsê bi lez û bez hatin binçavkirin û paşê hatin girtin. Hişmendiya binçavkirin û girtina siyasetmedarên Kurd hêj didome. 
 
Di sala 1987'an de gelek parlamenterên Kurd ji sedî 24  deng stendin û di bin baneyê SHP'ê ya 99 wekîl derxistin de ket meclîsê. 7 wekilên Kurd ên SHP'î di Cotmeha 1989’an deli Parîsê tev li Konferansa Neteweya Kurd bûn. 
Piştî parlamenterên Kurd ji SHP'ê hatin îxrackirin di 7'ê Hezîrana 1990'an de bi Serokatiya Giştî ya Fehmi Işiklar PartiyaKedê ya Gel (HEP) ava kirin. HEP bû yekem partiya ku nûnertiya gelê Kurd dike. Di hilbijartina sala 1991'an de HEP’ê bi SHP'ê re îtîfaq ava kir û 18 wekîl şandin meclîsê. Yek ji van kesên çûn meclîsê wekilên HEP'ê Leyla Zana, Organ Dogan, Hatîp Dîcle, Selîm Sadak û Sirri Sakik bûn. Ji ber ku Leyla Zana li meclîsê bi Kurdî sond xwar bû sedema qeyrana siyasî û wekîlên Kurd kirin hedef. AYM'ê der barê HEP'ê de biryara girtinê da. Siyasetmedarên Kurd li şûna wê Partiya Wekhevîe û Azadiyê (OZEP), Partiya Demokrasî û Azadiyê (OZDEP) ava kir û piştre di 7'ê Gulana 1993'an de di serokatiya Yaşar Kaya doe Partiya Demokrasiyê (DEP) ava kir. AYM'ê di 14'ê Tîrmeha 1993'an bi yek dengî der barê HEP'ê de biryara girtinê da. 
 
Bi daxwaza Serokwezîra wê demê Tansû Çîllerê Meclîsa Tirkiye civiya û mafê destnedanê ya parlementerên Kurd meclîs civiya. Yekem rûniştina yekbûna 78’emîn bû. 
2’ê Adara 1994’ê Lijneya Giştî ya Mecllîsê ji bo rakirina mafê destnedanê ya parlementerên DEP’ê civiya û biryara destnedayînê rakir. DYP û ANAP’ê li dijî siyaseta kurd li hev kirin û siyasetmedarên Kurd li dervê meclîsê hiştin. Parlementerên MHP û BBP’ê û parlementerê CHP’ê Hasan Basrî dengê “erê” bikar anîn. Êdî dozger dikariya parlementerên Kurd Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Ahmet Turk, Leyla Zana, Sirri Sakik û Mahmût Alinak bixin ber lêpirsînan.
 
 Li gel vê biryar Meclîsê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê ya Enqereyê di carekê de ferman a “lêpirsînê” da.  
 
Parlementerên Kurd di dosyaya ji aliyê Serdozgeriya DGM’ê ya Enqereyê ve hatibû amadekirin de weke “xayinên welêt” dihatin tawanbarkirin.
 Du roj piştî biryarê ji bilî Orhan Dogan û Hatîp Dîcle parlementerên din jî hatin girtin. Ew şandin Girtîgeha Sergirtî ya Navenda Enqereyê. Dadgeha Makeqanûnê  di 16’ê hezîrana 1994’ê biryara betalkirina  parlementeriya 5 jê girtî, 13 parlementerên DEP’ê û girtiya partiya DEP’ê da.  1’ê Tîrmeha 1994’ê Selîm Sadak hate binçavkirin û 12’ê Tîrmehê ahte girtin.
 
Doz 8’ê berfanbara 1994’ê bi encam bû û dadgehê ji Hatîp Dîcle, Leyla Zana, Orhan Dogan û Selîm Sadak ji bo her yekî-ê 15 sal ceza birî. 
 
Leyla Zana, Orhan Dogan, Hatip Dicle û Selim Sadak, 9’ê 2004’ê  serbest hatin berdan. 
 
Wê demê Serokkomar Suleyman Demîrel gotibû “Biryar ne biryareke keyfî ye. Divê mirov di çarçoveyek huqûqî de li bûyerê binêre. Meclîsê hema ji ber xwe ve mafê wan ê destnedanê ranekiriye. Divê mirov bûyerê ber bi aliyê siyasî ve nebe.”
 
Dîsa Serokwezîr Tansû Çîller gotibû “Gelê me ne rehet e ku DEP’î di Meclîsê de rûnin. Hebûna van mirovan di Meclîsê de Meclîsê ji hêzê dixin. Meclîsê tişta ket ser milê xwe kir, dora darazê ye.” 
Piştî daxuyaniya Serokwezîra berê Tansu Cîller li dijî siyasetmedarê DEP’î di 2'ê Adara 1994'an de darbe pêk hat. Meclîsê destnedayîna wekîlên DEP'ê Orhan Dogan, Hatîp Dicle, Leyla Zana, Ahmet Turk û Sirri Sakik betal kir. Dîsa destnedayîna Mahmut Alınak betal kir. Wê demê wekîlên DYP, ANAP, MHP, BBP û CHP ev biryar erê kiribûn. 
 
SIRRI SAKIK: YÊN WÊ ROJÊ EM RADESTÎ DARAZÊ KIRIN TUNE NE
 
Têkildarî darbeya 2'ê Adarê yek ji mexdûrên darbeyê û wekilê DEP'ê Sirri Sakik, anî ziman ku di ser darbeya 2'ê Adarê re 27 sal borîn û wiha got: "Li gel 27 sal borîn hêj di heman şaşiyan de israr dikin. Em 27 sal berê bûn şahidê vê pêvajoyê. Wê demê destnedayîna me rakirin. Kesên destnedayîna me rakirin û em teslîmî darazê kirin îro hemû tune ne. Em dîsa hatin meclîsê, lê îro ew yek li holê tune ye. Lê mixabin dîsa di heman şaşiyê de israr dikin. Ne 27 sal 47 sal jî derbas bibin, partî jî bên girtin, heta pirsgirêka Kurdan neyê çareserkirin dê ev kêje bidome. 
 
 
ENCU: RÊBAZÊN BÊ ENCAM DI MERIYETÊ DE NE
 
Endamê MYK'ê yê HDP'ê Ferhat Encu ku di 4'ê Mijdara 2016'an de hat girtin jî wiha got: “Di 2'ê Adara 1994’an de li dijî vîna gelê Kurd darbeya siyasî pêk hat. Di 20'ê Gulana 2016’an de ji dîsa destnedayîna ne rakirin û di 4'ê Mijdara 2016'an de carek din li dijî siyaseta demokratîk darbe kirin. Ev rêbaz encamê nastînin. Van rêbazên bê encam didomînin." 
 
Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay jî wiha got: “Bi komployekê li dijî Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag ev pêvajo dan destpêkirin. Di dosyayê wan de tenê çop heye. Bila werin li Gaziemir a Îzmirê li bermahiyên nukleerê binerin. Bila bibînin ku gel çawa radestî pençeşêrê dikin Bila biçin li Soma û Roboskî binerin. Eger li qatil û qetlîaman dinerin îqtîdar bi xwe ye. Gelê me hêzê dide me. Em tu carî ji têkoşînê gavan paşve navêjin." 
 
MA / Berîvan Altan