Baş: Meclîs dê nebe studyoya A Haberê

img

ENQERE - Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, anî ziman ku îqtîdar hewl dide dengê muxalefetê qut bike û wiha got: “Ev der (meclîs) dê nebe studyoya A Haberê." 

 
Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP) Erkan Baş, li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Der barê geşedanên dawî de nirxandin kri. Baş, anî ziman ku AKP hewl dide dengê muxalefetê bifetisîne û wiha got: "Em dibînin ku Îqtîdar ji bo bi giştî dengê muxalefetê û bi taybet dengê TÎP’ê bifetisîne di nava hewldanek taybet de ye. Di vê mijarê de rêziknameya navxweyî heta tu bixwaze dij demokratîk e.  Em li dijî vê yekê bi înat têdikoşin. Ji bo em van astengiyên li pêş xwe rakin û dengê gel bilind bikin 2 salin in em her hefte civînên çapemeniyê li dar dixin. Di şertên astayî de diviya bû ev daxuyaniyên me di weşana Televîzyona Meclîsê de (TBMM TV) bi awayekî zindî bihatina weşandin. Lê 2 salin heta niha carekê jî zindî nehatiye weşandin. Binerin wekilên AKP’ê sirf ji bo tengê wekilên muxalif qut bike tenê di meha sibatê de 68 caran li meclîsê daxuyanî dan. Lê ev der (meclîs dê nebe Studyoya A Haberê."
 
'BI MILYONAN KARKER DI BIN SÎNORÊ BIRÇÎBÛNÊ DE NE' 
 
Baş, li ser pirsgirêka karkeran jî rawestiya û wiha got: "Karker di grevê de çi dixwazin? Diyar dikin ku bi meaşê ku karsaz didin wan nikarin debara xwe bikin. Raqamên ku şaredarî bi raya giştî re parve dikin ne rast in. Ne tenê karkerên şaredariyê li vî  welatî bi milyonan karker nêviyê wan di bin sînorê birçîbûnê de dijîn. Kesên ku karkeran bikin hedefa xwe dê me li hemberî xwe bibînin. Em bang li AKP’ê dikin. Li Tirkiyeyê ya herî dijminantiya karkeran dikin, herî dijminê kedê îqtîdar bi xwe ye."