Şener: Ne yên girtin ên didin girtin wê bikevin zorê

img

ENQERE – Damezrînerê AKP’ê Abdullatîf Şener, diyar kir ku kesên ji girtina partiyan hêvî dikin tu carî encam negirtine û ev tişt got: “Partiyên piştgirî dane van pêvajoyan timtik ketine zorê. Heta li derveyî parlamentoyê mane.”

 
Dozên girtina partiyan ku heta îro bi biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), derê 28 partiyên siyasî dane girtin, herî dawî di sala 2008’an de li dijî AKP’ê hatibû rojevê. Dadgeha Bilind, di sala 2008’an de bi hinceta “xebatên wê yên li dijî laîklîkê” li dijî AKP’ê doza girtinê dabû vekirin. Di dozê de Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomar Abdullah Gul jî di nav de ji bo 71 kesan heta 5 salan qedexeya siyasetê hatibû xwestin. 
 
Di encama darizandinê de li şûna girtinê piştgiriya xezîneyê ya ji bo AKP’ê hatibû birîn. Piştî vê jî careke din dozên girtinê li partiyên siyasî nehatin vekirin. Piştî 13 salan li dijî HDP’ê ku demeke dirêj e AKP’ê wê hedef nîşan dide doza girtinê hat vekirin. Herî dawî li ser bangên MHP’ê yên ji bo girtina HDP’ê Serokwekîlê Koma AKP’ê Cahît Ozkan, gotibû ku ew jî weke MHP’ê difikirin û wê HDP’ê bigirin. 
 
ŞENER: DOZÊN GIRTINA PARTIYAN SIYASÎ NE
 
Damezrînerê AKP’ê Abdullatîf Şener ku niha Parlamenterê CHP’ê yê Konyayê ye têkildarî vekirina doza girtinê ya HDP’ê nirxandinan kir û diyar kir ku 30 sal in li meclisê siyasetê dişopîne û dîtiye ku dozên girtina partiyan ji pêvajoyeke hiqûqî zêdetir siyasî ne. Şener, da zanîn ku bandora Erdogan li ser darazê heye û wiha got: “Divê mirov qala Erdogan û AKP’ê bike. Lewre niha bandora Erdogan û partiya wî li ser darazê heye. Biryarên ku dixwaze ji darazê dertên. Ji salên 1990’î ve li dijî partiyên kurd timik dozên girtinê hatine vekirin.”
 
FEZLEKEYÊN DERBARÊ ERDOGAN DE
 
Şener, destnîşan kir ku Erdogan timik li dijî rakirina destnêdayînê derketiye û bi bîr xist ku di sala 2002’an de dema ku AKP hatiye desthilatê derbarê Erdogan de gelek fezleke hatine amadekirin û ev tişt anîn ziman: “Ji ber ku derbarê wî de fezlekeyên rakirina destnedayînê hebûne Erdogan li dijî rakirina destnedayînan derketiye. Lewre heta 14 salan destnedayîna tu parlamenterî li Meclisê nehatiye rojevê. Di rewşeke wiha de wê timik dosyayên wî bihatina bibîrxistin. Erdogan pêvajo û gotinan timik li gorî xwe eyar kiriye.”
 
‘ÇAVÊ WAN LI DENGÊN HDP’Ê YE’
 
Di berdewama axaftina xwe de Şener, bi lêv kir ku li gel hemû hewldanan jî wê pêvajo ne li gorî dilê Erdogan be û axaftina xwe wiha domand: “Tu carî pêvajoya girtina partiyan encamên ku kesên girtina partiyan hêvî kirine dernexistiye. Ev pêvajo kesên ku piştgirî dane kiriye zorê. Heta li derveyî parlamentoyê hiştiye. Pêvajoyên li dijî HDP’ê ji heman navendê tên birêvebirin. Xistina parlamenter û vekirina doza girtina HDP’ê nîşan didin ku ji heman navendê tên birêvebirin. Dizanin ku dengê wan û tifaqa Cûmhûrê wan xelas nakin çavê wan li dengê HDP’ê ye.”
 
MA / Dîren Yûrtsever