Aydenîz: Sedema hemû qrîzan tecrîda li Îmraliyê ye

img

AMED – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, di kongreya partiya xwe ya Amedê de diyar kir ku sedema hemû qrîzan tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. 

 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê, 6’emîn Kongreya xwe ya Asayî, bi şîara “Em bi rihê yekitiye neteweyî ber bi azadiyê ve dimeşin” li Tesîsên Demîrok pêk anî. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Semra Guzel, Remziye Tosûn û gelek nûnerên partî û rêxistinên sivîl tevlî kongreyê bûn. 
 
Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di kongreyê de axivî û bi van gotinan bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan: “Li Tirkiyeyê sedema hemû qrîzan tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Bi dawîbûna tecrîdê re hemû qrîz dikarin bên çareserkirin. Ocalan hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Rojhilata Navîn firsendek e. Heta ku tecrîd rabe em ê têbikoşin. Desthilat ji ber ku ditirse êrişî destkeftiyên kurdan dike. Ji bo yekitiya nav kurdan pêk were em ê bixebitin. Divê em bi rihê Kobanê yekitiye xwe ava bikin.”
 
Di kongreyê de ji bo Hevserokatiya DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez û Hayrettîn Altûn hatin hilbijartin.