Beştaş ji bo pêkanînên qeyûman daxwaza lêkolîna meclisê kir

img
AMED – Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku qeyûmê Sêrtê di nav salekê de li dijî karkeran mobîngê pêk tîne û mûçeyên hin kesan 3 qat zêde kirine û daxwaza lêkolîna van pêkanînan kir. 
 
Qeyûmê Şaredariya Sêrtê, ev demeke nêlirêtiyan dike û li dijî karkeran mobîngê pêk tîne. Her wiha qeyûm di mûçeyên karkeran de jî cihêkariyê dike û yên hin karkeran 3 qat zêdetir dide. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, têkildarî mijarê pêşniyaz lêkolînek da Serokatiya Meclisê û xwest mijar bê lêkolînkirin. aBeşdaş, di pêşniyaza xwe de xwest ji bo tespîtkirina xesarên ku di budçeya şaredariyê de pêk hatine, mobîngên ku li dijî karkeran pêk tên û mûçeyên 3 qat zêde yên hin karkerên şaredariyê lêkolîn bên kirin.