Akdenîz: Doza Kobanê çavtirsandina hemû mûxalefetê ye

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz, diyar kir ku bi Doza Kobanê hewl didin çavên hemû mûxalefetê bitirsînin û wiha got: “Doza karkerê ku greva wî tê qedexekirin, karkerê madenê ye ku jiyana xwe ji dest dide û Doza Kobanê ji hev serbixwe nînin.”
 
Yekemîn Danişîna Doza Kobanê ya ku Hevserokên Giştî yên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 28 kes jê girtî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Di nav kesên ku doz şopandibûn de Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz jî hebû. Akdenîz têkildarî dozê ji ajansa me re axivî. 
 
Akdenîz, diyar kir ku di pêvajoya çalakiyên Kobanê de provakasyonên gelek cidî rû dan û wiha got: “Di nav wan mirovên ku di navbera 6 û 8’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan gelek HDP’î jî hebûn. Ji bo ku ev mijar were lêkolînkirin, gelek pêşniyazpirs jî pêşkeşî Meclîsê hatin kirin. Lê ev her carê hatin redkirin. Heke xwestibûna faîlên van bûyeran derxin holê wê demê da qebûl bikin û Meclîs jî da bibe şopdarê mijdarê. Dema em ji vir lê dinerin xuya dike ku zêdetir dozeke siyasî ye.”
 
‘LI DADGEHÊ BÊ CIDÎYETIYEK HEBÛ’
 
Akdenîz, anî ziman ku di roja ewil a danişînê de li dadgehê bêcidiyetî hebû û wiha axivî: “Hezar û 200 parêzeran serlêdana parastinê kiriye lê we ji bo wan parêzeran cihek çênekiriye. Li ser vê yekê şandeya dadgehê weke zarokan parêzer azirandin û aligiriya xwe nîşan da. Parêzeran jî parastin nekirin û derketin derve. Bersûcan îfade nedan. Ji ber helwesta şandeya dadgehê daxwaza reda dadger hat kirin. Ev şens jî nedan parêzeran. Li gel vê yekê derbasî xwendina îdianameyê bûn. Ev hemû ji bo gavek berî gavekî darizandin biqede, ceza bidin û êvarî bigihînin medyaya alîgir wisa dikin. Em bi krîmînalîzekirin û marjînalkirina bûyerê re rûbirû man.”
 
Akdenîz, da zanîn ku desthilat bi Doza Kobanê hewl dide ku nelirêtî, xizanî û rojeva gel a rast belav bike û wiha berdewam kir: “Di rojeva gel de bêkarî, nelirêtî, xizanî û pereyên ku winda bûne hene. Dixwazin vê rojevê belav bikin. Û dixwazin li rex vê li ser HDP’ê çavên mûxalefeta civakî bitirsînin. Ev darizandinên wisa demên berê de jî hatin dîtin. Em ê encama wê bi hev re bibînin.”
 
HEMAN DAXWAZIN
 
Akdenîz, bi lêv kir ku darizandina bijartiyên kurd tê wateya ku ji gelekê re qenalên siyaseta demokratîk bên girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku li Anatoliyayê gel bi hev re wekhev û weke bira bijîn divê qenalên siyaseta demokratîk bên vekirin. Ji ber wê yekê em vê dozê hem weke perçeyekê tekoşîna demokrasiyê hem jî ji bo kurd siyaseteke demokratîk bi rêve bibin dibînin. Doza karkerê ku greva wî tê qedexe kirin, karkerê madenê ye ku jiyana xwe ji dest dide û Doza Kobanê ji hev serbixwe nînin. Daxwaza xwendekar û hîndekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên xweseriyê û daxwazên li vir weke hev in.”
 
‘DIVÊ BI AWAYEKÎ AZAD SIYASET BÊ KIRIN’
 
Akdenîz, diyar kir ku Tirkiyeyeke demokratîk dixwazin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk divê pirsgirêka kurd di bingeheke demokratîk û wekhev de bê çareserkirin. Ji bo vê jî divê siyasetmedarên kurd bi awayekî azad siyasetê bikin. Di vê darizandinê de biryareke siyasî bê dayîn nayê wê wateyê ku biryareke rast e. Ev biryar wê ji aliyê hiqûq û normên navnetewî ve çiqas derbasdar be? Tirkiyeyê biryarên DMME’yê û Dadgeha Destûra Bilind (AYM) red kir. Ji xwe dirêjbûna lêpirsînê, dereng derketina îdianameyê, bi awayekî neheqî ya mayîna demekî dirêj a rêveberên HDP’ê ya girtîgehan de bû sedem ku li ser dozê guman çêbû.”