Bayindir: Dê operasyona derveyî sînor AKP-MHP'ê belawela bike

img

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku pirsgirêka kurdî bi operasyonên eskerî nayê çareserkirin û ji bo operasyonên li Zap, Metîna û Avaşînê jî got: "Dê li berxwedana gelê kurd biqelibin, dê AKP-MHP'ê belawela bikin." 

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 23'yê Nîsanê de li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe dest bi operasyonên hevwext kirin. Tê diyarkirin ku TSK bi tu awayî nikare pêş bikeve û hem Tirkiye hem jî rêvebiriya herêmî li ser hev derbarê operasyonan de daxuyaniyan didin.
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, armanca operasyonan û encamên wan nirxandin. 
 
ARMANCA OPERASYONÊ 
 
Bayindir, anî ziman ku operasyonên derveyî sînor ên Tirkiyeyê nêzî 30 sal in didomin û dê operasyona dawî bibe sedema hin encamên siyasî û eskerî yên cuda. Bayindir, destnîşan kir ku piştî tifaqa AKP-MHP'ê li Sûriye, Lîbya û gelek welatên din di polîtîkaya xwe ya "neo osmanî" de şikiyaye, vê carê berê xwe daye destkeftiyên kurdan. 
 
Her wiha Bayindir bal kişand ser dîroka operasyonê jî û got: "Operasyon di 24'ê Nîsanê di salvegera qirkirina Ermeniyan de dest pê kir. Aşkere ye ku dixwazin li hemberî kurdan qirkirinek nû bikin. Ferqa vê operasyonê ev e."
 
'ARMANC BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE' 
 
Bayindir, destnîşan kir ku Serokê DYA'yê Joe Bîden jî li gor hin pîvanan operasyon pesend kiriye û rêvebiriya PDK'ê jî di nav vê stratejiyê de ye. Bayindir got: "Gelê kurd, divê li ser vê operasyona dagirkirinê bisekine. Ev operasyon, 'ne operasyonele li dijî PKK'ê ye.' Bi awayekî stratejîk armanca vê operasyonê Başûrê Kurdistanê ye. Bi aqilekî ku dixwaze Başûrê Kurdistanê têxe bin kontrola xwe û li wir sînorên Mîsak-i Mîllîyê bide destpêkirin, tevdigere. Ev jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Axaftina Suleyman Soylû ya hefteya borî ku di MYK'ya AKP'ê de kir, di vê çaçroveyê de bû. Tirkiye dixwaze li wir binkeyên xwe yên leşkerî mayinde bike û Başûrê Kurdistanê têxe bin kontrola xwe." 
 
‘MHP'YA BAŞÛR: PDK' 
 
Bayindir, PDK'ê jî ji ber astengkirina xebatên yekîtiya neteweyî rexne kir û destnîşan kir ku heya niha di warê azadî, pêşeroj û destkeftiyên gelê kurd de, gelek caran PDK'ê hişyar kirine. 
 
Bayindir got: "Pêwendiyên qirêj û tarî yên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re, nîşan dan ku di pêşeroja kurd de tu cih, wate û îtibara PDK'ê û feraseta PDK'ê tune ye. Lewma em dikarin ji PDK'ê re bibêjin, MHP'ya Başûrê Kurdistanê. Gava em li polîtîkayên wê, siyaseta wê, zimanê wê û pratîkên wê yên ji bo destkeftî û pêşeroja gelê kurd dinerin, dikarim bibêjim ku sekna wê wekî sekna MHP'ê ye. Ev sekn, sekneke li dijî pêşeroja kurdê azad e." 
 
Bayindir, destnîşan kir ku PDK ji bo îqtidara xwe "vîna gelê kurd daye ber bazarkirinê" û got: "PDK, pêşengê vê operasyonê ye, heta dikarim bibêjim dagirkeriyê hêsan dike. Kurd hemû dizanin ku armanca van operasyonan ne PKK ye, bi temamî gelê kurd e. Kurd hemû bi îbret li vê helwesta PDK'ê dinerin." 
 
NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ 
 
Bayindir, destnîşan kir ku dê bi operasyonan tu encam bi dest nekeve. Bayindir, anî ziman ku pirsgirka kurdî bi polîtîkayên ewlehîparêz û operasyonên çareseriyê nayê çareserkirin. Bayindir, bibîr xist ku bi milyonan kurdên ku qadên Newrozê tije kirin, ji bo çareseriya pirsgirêka kurdî îşaret bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirine. 
 
Bayindir, destnîşan kir ku dê polîtîkayên belavkariyê yên AKP-MHP'ê ku li gelek welatan dike, "li axa Kurdistanê li dîwarê berxwedanê yê gelê kurd biqelibe." 
 
Bayindir di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku gelê Herêma Kurdistana Federe jî di nav de gelek rewşenbîr û siyasetmedarên ereb ên Rojhilata Navîn li dijî vê operasyonê ne û xwest kurd hemû bi awayekî demokratîk berteka xwe nîşan bidin. 
 
Bayindir got: "Ev operasyon operasyoneke xwedî encamine pir berfireh e. Ev operasyona ku dê li berxwedana gelê kurd biqelibe, dê AKP-MHP'ê belawela bike." 
 
MA / Ergîn Çaglar - Mujdat Can