Meclisê parlamenteriya Konca betal kir

img
ENQERE - Di yekemîn rûniştina Lijneya Giştî ya Meclisê ya sala nû de parlamenteriya Parlamnentera HDP’ê Besîme Konca hat betalkirin. 
 
Di yekemîn rûniştina Lijneya Giştî ya Meclisê ya  sala nû de, parlamenteriya Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca  hat betalbikin. Parlamenteriya  Bi hinceta 2.5 cezayê girtigehê li Konca hatiye birîn, parlamenteriya wê hat betalkirin. Lijneya Giştî ya Meclîsê kom bû, tezkereya serokwezir a têkildarî Besîme Konca amade kir xwend û piştre wekîltiya Konca betal kir. Dadgeha Edlî ya Herêmî ya Dîlokê, derbarê Konca de bi sûcdariya “Propagandaya rêxistinê kiriye” biryara dadgeha herêmî ya cezayê 2,5 girtîhê cih de dîtibû.   
 
Bi betalkirina wekîltiya Konca re, hejmara parlamenterên HDP’ê yên wekiltiya  wan betal bû derket 5’an. Destpêkê wekîltiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê û parlamentera Wanê Fîgen Yuksekdag hat betalkirin. Dûre jî ya Nursel Aydogan û herî dawî wekîltiya Parlamenterê HDP’a Şirnexê Faysel Sariyildiz û Parlamentera HDP’a Wanê Hezer Ozturk hatibûn betalkirin.