Şener: Di dewleta mafyayî ya nû de hesabdayîn tune ye

img

ENQERE - Yek ji avakarên AKP'ê Abdullatîf Şener anî ziman ku di dewleta mafyayî ya tîpa nû de zelalî û hesabdayîn tune ye û got: "Ev rêveçûyîn ne rêveçûyîneke baş e û dê canê wan pir tahl bike." 

 
Mikurhatinên rêvebirê çeteyan ên girêdayî dewletê Sedat Peker ku demekê ew û îqtidara AKP'ê canêcan bûn, hîn jî di rojevê de ne. Yek ji avakarên AKP'ê Parlementerê CHP'ê yê Konyayê Abdullatîf Şener, têkiliya di navbera mafya-dewlet-siyasetê de nirxand.
 
Şener, bibîr xist ku Peker berê elemanekî muteber ê îqtidarê bû û niha hin agahiyên derbarê hikûmetê û ên nêzî hikûmetê aşkere kirine û sînorê vê her diçe berfirehtir dibe. Şener, diyar kir ku lîste heya ber bi Wezîrê Karên navxweyî Suleyman Soylû, Mehmet Agar, Berat Albayrak, Pelîkancî, serokê meclîsê yê berê û Parlementerê AKP'î Bînalî Yildirim çûye, lê heya niha derbarê Serokomar Erdogan de tişt nehatine gotin. 
 
Şener, diyar kir ku di navbera Peker û hikûmetê de "îhtilafek" heye û ji ber ku Peker tişta ku li hêviyê bû bi dest nexist û dest bi îfşakirinê kiriye û got: "Dê di pêş de bê fêmkirin bê kîjan çi qas rast e yan jî nerast e. Lê axaftinên wî û awayê wî yê vegotinê qanehker e. Ji sedî 90'ê raya giştî ne ji hikûmetê, ji Sedat Peker yeqîn dike. Anket, vî tiştî dibêjin." 
 
Şener, diyar kir ku kesên wekî Peker berê li cem îqtidarê bûn, lê niha li hemberî îqtidarê ne û ev jî nîşan dide tevî Tifaqa Cumhûrê, îqtidar jî difelişe. Şener, bal kişand ser hesab û kîtabên di nav partiyê de û got: "Di daxuyaniya Peker de ev tişt heye: Ji Soylû re dibêje, li dijî Pelîkanciyan, Berat Albayrak 'te destek dida min.' Ev jî jihevveqetînê îfade dike. Yanî ez dibînim ku di nav îqtidarê de problem, felişandin û berberîbûn heye." 
 
AMADEKRIYÊN PIŞTÎ ÇÛNA ERDOGAN
 
Şener, anî ziman ku noqteya sereke ya jihevveqetîna di nav îqtidarê de, diyar dike ku amadekariya "piştî çûyîna Erdogan" tê kirin di nav AKP'ê de. Şener got: "Jixwe di bin meseleya jihevveqetîna Pelîkancî û Suleyman Soylû de ev tişt heye. Erdogan, êdî yê çûyînê ye. Hem ji ber temenê xwe, hem ji ber tenduristiya êdî hatiye asta ku dev ji siyasetê berde. Nexwe dê kî partiyê dewr bigire. Ev girîng e. Di vir de hin derdorên cuda hene. Di nav van de Soylû heye. Berê werê dixuya ku dê Berat Albayrak waris bûna, lê hat dîskalîfiyekirin. Wer xuya dike ku di dîskalîfiyekirina Albayrak de, bandora Soylû heye."
 
‘MIKURHATIN DIBE KU VEGUHERE ME TOO'YÊ' 
 
Şener, bilêv kir ku parlementerên AKP'î jî ji ber mikurhatinên Peker û dîmena derketiye holê nerihet in û moralê wan xirab e. Şener got: "Hin kesên di nav kadroyên AKP'ê de hene bi gelek tiştan zanin, lê niha xwe li bêdengiyê datînin û dibe ku ev kes jî bêzar bûbin. Di nav partiyê de hin kes hene jî dibêjin, 'ne bi vê ecêbê!' Lê dibe ku ev kes sûdê ji hin kesan digirin, lewma xwe li bêdengiyê danîne. Benikê ku Sedat Peker kişandiye, dibe ku veguhere kampanyaya 'me too' û 'ez jî'. Belkî jî li cihekî din jî tiştekî biqewime û hin kesên din jî li xwe mikur bên û ev yek dibe ku pêl bi pêl îqtidarê dorpêç bike. Ez bi hebûna îhtimaleke bi vî rengî bawer dikim. Lê wer xuyaye em ê hinekî din jî temaşe bikin." 
 
‘SOYLÛ PEYAM DA ERDOGAN' 
 
Şener, bal kişand ser bersiva Soylû ku di qenaleke televîzyonê de dabû Sedat Peker û anî ziman ku Soylû tim îqtidara AKP'ê tawanbar kiriye û got: "Soylû dibêje, 'ên parazvan dane ne ez im, beriya min dane.' Parazvanên min jî hene. Biryara parazvan, her sal tê nûkirin. Heger biryara ewil a ji bo parazvan beriya Soylû hatibe dayîn jî, di dema Soylû de jî hatiye dayîn. Lewma ew jî hevkar e. Soylû, rast nabêje. Dixwaze xwe jê safî bike, lê li aliyê din jî hikûmeta xwe îtham dike. Yanî daxuyaniyên wisa da ku barê hikûmetê giran kir. Dibêje, 'siyasetmedarek heye û Sedat Peker 10 hezar dolar meaş dide wî.' Qet hewce nedikir, lê rabû got. Û neaşkerekirina vê jî sûc e. Hin kesan şantaj dike û gefan dixwe.
 
Şantaj û gef şêweya mafyayê ye. Ev terhê mafyayê ye. Baş e, lê kî van tiştan dike? Soylû, yeqîn dike ku daxuyaniyên Peker wekî perçeyeke qayîşkêşandina di navbera hikûmetê de. Lewma wisa difikire ku li aliyê din Erdogan heye û li hemberî wî jî dixwaze bibêje 'lê biner, di destê min de jî koz hene, bela xwe di min nedin.' Jixwe got, dê jipeywergrtinê jî qebûl neke. Lêpirsînê jî qebûl nake. Dixwaze bê parastin. Gava bersiva Peker da, ev peyam jî dan Erdogan." 
 
‘ERDOGAN XWEDÎ LI SOYLÛ DERNEKET' 
 
Şener, wisa difikire ku hê jî Erdogan xwedî li Soylû derneketiye. Şener got: "Ew peyvên bi kar anînî nayên wateya xwedîlêderketinê. Tenê bi awayekî qels û lawaz xwest bide der ku li cem Soylû ye. Erdogan jî demeke dûr û dirêj temaşe kir, xwest wisa bi sûkî bide der ku xwedî lê dertê. A rast bi awayekî xurt xwedî lê derneket. Erdogan, xwest di ser guh re bavêje." 
 
‘EV RÊVEÇÛYÎN NE RÊVEÇÛÎNEKE BAŞ E' 
 
Şener, destnîşan kir ku "dewleteke mafyayî ya bi tîpa nû derketiye holê" got: "Gava em dibêjin dewleta mafyayî ya bi tîpa nû, hikûmet û rayedar rêbazên mafyayî bi kar tîne. Ji canêcanêbûna bi rêxistina mafyayî wêdetir, rayedarên dewletê yên rêbazên mafyayî bi kar tînin û bi vî awayî dixwazin îqtidara xwe bidomînin, hene. Mafyabûna dewletê heye."
 
Şener, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di dewleta mafyayî ya tîpa nû de zelalî û hesabdayîn tune ye û got: "Ev rêveçûyîn ne rêveçûyîneke baş e. Ev rêveçûyîn, dê canê kesên li ser kar pir tahl bike. Dê ev wisa nedome. Li dijî vê divê em bi awayekî topyekûn bitêkoşin." 
 
MA / Dîren Yûrtsever