DBP’ê bertek nîşanî ‘lîsteya sor’ da

img
AMED - DBP’ê bertek nîşan da ku navê siyasetmedarên kurd Kamûran Yuksek û Nadîr Yildirim li lîsteya “kesên ji terorê lêgerîna wan heye” û li kategoriya sor bar kirine û got wê ev hewldanên krîmînîzalîze nikaribin têkoşîna wan asteng bike. 
 
Ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve herî dawî du siyasetmedarên kurd li lîsteya “kesên ji terorê lêgerîna wan heye” hatin zêdekirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê berê Kamûrûsan Yuksek û Parlamenterê HDP’ê yê Wanê yê Serdema 26’emîn Nadîr Yildirim li kategoriya sor a lîsteyê hatin zêdekirin û serê kesê 10 milyon TL xelat danîn. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî vê biryara Wezaretê daxuyaniyek nivîskî belav kir û bertek nîşan da. DBP’ê destnîşan kir ku ew biryara Wezaretê nas nakin û dê ev yek nikaribin têkoşîna wan a azadiyê, demokrasiyê û edaletê asteng bikin. DBP’ê got ew ê hesabê vê yekê bipirsin.