Sancar: Di serdema Soylû de kiryar diyar in lê nayên darizandin

img
ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar got: “Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû dibêje cînayetên kiryar nediyar di serdema min de pêk nehatine. Cînayetên di serdema wî de ne kiryar nediyar in. Kiryar diyar in lê nayên darizandin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe li Meclîsê de axivî û geşedanên di rojevê de nirxand. Sancar di axaftina xwe de bal kişand ser babeta têkiliyên dewlet-mafya-siyasetê ya di rojevê de cih digire. 
 
Sancar behsa serdana xwe ya Colemêrgê ya hefteya bihûrî pêk anîbû kir û wiha got: “Me carek din dît ku xelkê me xwe li derdora HDP’ê dike xelek. Xelkê pir eşkere bi hemû hêza xwe piştevaniya têkoşîna me ya ji bo azadî û demokrasiyê dike. Li hember têkoşîna gelê me ya mafdar û biryardar, şansê tu rêveberiyek zordar nîne ku bi ser bikeve. Helbet sedemê çûna me ya Colemêrgê heye. Şivanek û hevalek xwe ku pezê xwe diçêrandin, di encama gulebarana leşkeran de birîndar bû. Li Colemêrgê di 5 salên dawî de 15 însan hatin qetilkirin. 3 heb jê zarok in. Bi zanebûn û kirine hedefa xwe hatine kuştin. Gelek welatî jî hatine birîndarkirin. Ji bo xelkê me xwe bi tenê hîs neke û em nîşan bidin vaye têkoşîna wan li ser pêya ye em çûn Colemêrgê. Me carek din ji wir qîr kir; gelê kurd bêxwedî nîne. Gelê kurd xwedî wê biryar û hişmendiyê ye ku wê van guleyan û zordestiyê têk bibe.”
 
‘KIRYARÊN CÎNAYETAN DIYAR IN’ 
 
Sancar bal kişand ser gotinên Wezîrê Karên Navxweyî Sulyeman Soylû yên derbarê cînayetên kiryar nediyar û wiha got: “Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû dibêje di serdema min de tu cînayetek kiryarek nediyar pêk nehatiye. Lê yên ku Osman Şîban û Servet Tûrgût ji helîkopterê avêtin kî ne? Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest da. Ya rast di serdema wî de ne cînayetên kiryar nediyar in. Kiryar pir eşkere li holê ne. Lê belê ev kes nayên darizandin û li pêşberî darazê kes hesab ji van napirse. Kiryarên cînayetên li vir diyar in, lê belê aqûbeta wan ne diyar e. Dema hûn li raporên rêxistinên mafê mirovan binêrin, hûnê bibînin ku îşkence û lêdana mirovan çawa hatiye astek rûtin. Servet Tûrgût mînaka herî şênber e ku bi hovîtiyê re rûbirû ma. Dawî liyana wî hat, hat qetilkirin. Kiryarê wî diyar e. Di vir de tu kiryar nediyarek nabe mijara gotinê. Kiryarê vê cînayetê jî diyar e. Kiryarê van cînayetan û îşkenceyan hemû îqtidar e û ji aliyê darazê ve tên parastin.” 
 
Sancar di berdewamiya axaftina xwe de li ser mijarên din ên di rojevê de axivî.