Kamaç: Astengkirina partiya me têkildarî statûya kurdan e

img
WAN - Ligel ku PÎA’yê doza bi daxwaza "rawestandina rêvebirinê" vekir û qezenç kir jî wezaret serlêdana wê qebûl nake. Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç anî ziman ku pirsgirêka bingehîn têkildarî statûya kurdan e. 
 
Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) ji 5’ê gulana 2018’an û vir ve ji bo avakirina partiya xwe serî li Wezareta Karên Navxweyî dide lê daxwaznameyên wan nayên qebûlkirin. Li ser vê yekê PÎA’yê bi daxwaza “rawestandina rêvebirinê” li 13’emîn Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê doz vekiribû û dadgehê jî biryara “Divê wezaret di nava mehekê de randevuyê bide rayedarên partiyê û ewraqên wan teslîm bigire” da. Wezaret jî ligel biryara dadgehê jî serlêdanên partiyê qebûl nake. Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç astengkirina partiya xwe nirxand û anî ziman ku wezaret hiqûqê nas nake.
 
Kamaç diyar kir ku di pêvajoya hevdîtinên nivîskî de Wezareta Karên Navxweyî dibêje ku hin xalên di bernameya partiyê de derveyî xala 68’emîn a destûra bingehîn e û wiha got: “Kontrola hiqûqî ya partiyan ne girêdayî Wezareta Karên Hûndir e. Di vê mijarê de rayeyên Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûra Bindegîn hene. Me di nava pêvajoyê de ev mesele di çarçoveyeke hiqûqî de ji Wezareta Karên Hûndir re vegot.”
 
PIRSGIRÊKA KURD
 
Kamaç da zanîn ku ji ber di rêziknameya wan de têkildarî pirsgirêka kurd hin xal hene tên astengkirin û wiha axivî: “Ev mesele têkildarî statuya kurdan a di bernameya partiya me de cih digire ye. Me weke PÎA’yê di vê mijarê de partiya xwe bê raye hiştiye. Em dibêjin ku ev raye me jî derbas dike, aîdî gelê kurd e. Ya duyemîn hem ne derveyî hiqûqa navîn ne hiqûqa navnetewî ne jî peymanên navnetewî ne.”
 
‘WÊ AKP BIÇE’
 
Kamaç anî ziman ku AKP’ê hemû nirxên ku pê bilind bû binpêkirin û wiha berdewam kir: “Êrişên ku tu partiyan li demokrasiyê, azadî û mafên bingehîn ên mirovan nekirine niha AKP dike. Yên ku vê baş dizanin qadroyên AKP’ê bi xwe ne. Di encamê de hûn mafên bingehîn ên mirovan, azadî, demokrasî, mafên beşên etnîk înkar bikin an jî binpê bikin, temenê we yê ku li desthilatê bimînin namîne. Ji ber vê yekê AKP'a ku nirxên pê bilind bû binpê dike wê biçe, tu rêyên din nîn in.”
 
TIRSA AKP’Ê YA DENGAN
 
Kamaç destnîşan kir ku ji ber dê partiya wan li heremê bandorê li dengan bike, AKP damezrandina wan asteng dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber em ligel pirsgirêka kurd û Kurdistanê nirxên olî û netewî jî diparêzin. Em argumanên AKP’ê yên ser siyaseta kurd jî dirizînin. Ji ber vê yekê damezrandina partiya me ji aliyê pergalê ve 3 sal in tê astengkirin.”
 
‘EM Ê PÊVAJOYÊ BIDOMÎNIN’
 
Kamaç destnîşan kir ku ji bo damezrandina partiyê wê têkoşîna xwe bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çi bibe bila bibe em ê vê pêvajoyê bidomînin. Partiya Însan û Azadî çîrokeke 4 salan nîne, ya 40 salan e. Em vê çîrokê bi vî awayî didin domandin û wê bidome. Dema Wezareta Karên Hundir bi pêkanînên kêfî got ‘ez vê partiyê nadim avakirin’ dildarên partiyê naçin mala xwe narûnin. Asta vê pêvajoyê ya siyasî, hiqûqî û civakî heye. Em di van her sê astan de xebatên xwe didomînin. Biryareke ku Dadgeha Îdarî daye heye. Li gorî qanûnê divê ji duyê mehê û şunde Wezareta Karên Hûndir di nava mehekê de îcraya biryara ‘rawestanina rêveberiyê’ bike. Ev wext di duyê mehê de tejî dibe. Ligel vê yekê jî bi biryara noter bi awayekî fermî ji bo Wezareta Karên Hûndir serlêdana me qebûl bike me dîsa serî lêda. Dîsa li dadgeha têkildar ji bo îcraya biryarê me daxwaznameya xwe pêşkeş kir. Wezareta Karên Hûndir biryara dadgeha îdarî pêkneîne jî em ê vê meseleye bibin Dadgeha Destûra Bilind û dadgehên navnetewî. Heta ku Partiya Însan û Azadî were damezrandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
MA / Cemîl Ûgûr - Melek Şahîn