Tiryakî: Pakêta darazê xapînok e

img

ENQERE - Endamê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê yê HDP'ê Mehmet Ruştu Tîryakî, bal kişand ser pakêta 4'emîn a darazê û wiha got: "Ev pakêtek xapînok e. Di pêvajoya ku têkiliyên dewlet-mafya-siyasetê tê niqaşkirin de, mirov nikare qala pakêta darazê bike. Ev pakêt baweriyê nade tu kesî." 

Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan di 30'ê Gulana 2019’an de “Belgeya Stratejiya Reforma Darazê" aşkere kiribû. Di çarçoveya vê yekê de niqaşên 4’emîn Pakêta Darazê bi dawî bûn. Tê payîn ku di rojên pêş de pakêtê pêşkêşî Serokê Meclîsê bikin. Di pêvajoya şewba vîrûsê de 3'emîn Pakêta Darazê ya "Zagona înfazê" ku  wekî “Efûya Taybet" hat pênasekirin di meclîsê re derbas kirin. Di vê pakêtê de girtiyên siyasî nehatin berdan û tenê girtiyên ji doza mafya û çeteyan hatin berdan. Tevî endamê mafya Alaattin Çakici nêzî 90 girtiyên ku tevî dizî, tiryak, fihuş, kuştin û mafya bûne hatin berdan. 
 
Rêveberê Mafya ya girêdayî dewletê Sedat Peker jî di îtîrafên xwe de têkiliya mafya, siyaset û dewletê aşkere kir. Di vê pêvajoya ku têkiliya dewlet-mafya-siyasetê tê niqaşkirin de 4'emîn Pakêta Darazê xistin rojevê. 
Endamê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê yê HDP'ê Mehmet Ruştu Tîryakî, bal kişand ser pakêtae 4'emîn a darazê û wiha got: "Ev pakêtek xapînok e. Di pêvajoya ku têkiliyên dewlet-mafya-siyasetê tê niqaşkirin de, mirov nikare qala pakêta darazê bike. Ev pakêt baweriyê nade tu kesî."  
 
Tiryakî, anî ziman ku ji ber hêj pakêt neanîne rojevê naveroka wê nizanin û wiha got: "Ji ber îqtîdar naveroka vê pakêtê bi partiyên muxalif re parve nake mijara rexneyê ye. Beriya bîne komîsyonê divê bi partiyên muxalif re parve bike. Lê heta niha bi partî û hêzên muxalif re parve nekiriye. Komîsyon û Lijneya Giştî nerîn, pêşniyar û nexneyên hêzên muxalif li ber çavan nagire. Daxwaz û pêşniyarên hêzên muxalif ên gerdûnî têne redkirin. 
 
'XAPÎNOK E' 
 
Tiryakî, da zanîn ku ev pakêtek xapînok e û wiha berdewam kir: "Bi vê pakêtê tenê mirovan dixapînin. Diweritînin. Dervê wê û hundirê wê ne yek e. Heta niha pakêtên hatin derxistin ji bo ji bo bi deh hezaran kesên ji fikrên politîk têne darizandin û girtin tu tiştî îfade nake. Pakêta darazê tenê kêrî diz, tiryak, mafya û sûcdarên civakê hat. Diz, kujer hatin berdan. Lê ji bo girtiyên polîtîk tiştek nehat guhertin. Niha ‘Plana Çalakiya Mafên Mirovan" guhertina înfazê xistin meriyetê. Bi vê yekê xizmên girtiyan dema diçin hevdîtina zarokên xwe hemû axaftinên wan tên qeydkirin. Ji ber vê yekê ew li dijî pîvan û mafên gerdûnî ne." 
 
 
'EV PAKÊT BAWERIYÊ NADE'
 
Tiryakî herî dawî destnîşan kir ku ev pakêt baweriyê nade wan û wiha bi dawî kir: "Di vê pêvajoya ku Wezîrê Karên Hundir jî di navde têkiliyê wan ê bi mafya re tê aşkerekirin ev pakêt tu baweriyê nade wan. Der barê tu kesî de doz nayê vekirin. Lêpirsîn nayê vekirin. Tu kesên di nava vê torê de nayên binçavkirin û nayên darizandin. Di pêvajoya ku ew qas mafên mirovan tên binpêkirin û ewqas mirov têne kuştin de, dîsa ew qas mirov têne îşkencekirin de ev pakêt baweriyê nade me." 
 
 
MA / Diren Yurtsever