Hevserokê KNK'ê Karamûs: Peymana firotina axa Başûr hatiye îmzekirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamû, geşedanên dawî yên li başûrê Kurdistanê nirxandin û destnîşan kir ku li gorî daxuyaniyên tên dayîn di navbera Tirkiyeyê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de peymaneke firotina xaka Başûr hatiye îmzekirin û ev tişt got: "Ew deverên ku dar lê tên birîn bi riya peymanekî ku di navbera dewleta tirk û rayedarên başûr de çêbûye pêk tê." 

 
Operasyona ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK)di 23’yê Nîsanê de li heremên Metîna, Zapê û Avaşînê yên bi ser Herema Kurdistana Federe ve da destpêkirin  didome. Li heremê demeke leşkerên Tirkiyê daran dibirin û tînin li Tirkiyeyê difiroşin. Di encama bombebarana Tirkiyeyê de li herêmê gelek gund jî hatine valakirin. Li gorî agahiyên dawî operasyon bi tevlêbûna cerdevan û komên OSO yên girêdayî TSK'ê ve didome û şerên dijwar diqewimin. Şerê li herêma Girê Zendûra yê Metîna zêde bûye. Li dijî operasyona Tirkiye ya li ser axa Herêma Federe ya Kurdistanê û wêrankirina xwezayê bertek jî her ku diçin zêde dibin.  
 
Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ahmed Karamûs geşedanên dawî yên li Başûrê Kurdistanê ji ajansa me Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
'DI NAVBERA HERDÛ ALIYAN DE PEYMANEK HATIYE ÎMZEKIRIN' 
 
Karamûs da zanîn ku li gorî daxuyaniyên ku ji aliyê her du aliyan ve tên dayîn ji bo firotina xaka Başûrê Kurdistanê di navbera Tirkiyeyê û hîn hêzên Başûr de peyman hatiye îmzekirin û wiha axivî: "Firotin û birrîna darên li Başûr geşedaneke nû ye. Tişta ku heta niha me dizanî daxwaza Tirkiyeyê dagirkirina xaka Kurdistanê ye. Agahiyên ku tên ber destên me dewleta Tirkiyeyê bi hin hêzên Başûr re vê yekê dike. Gelê Başûr jî vê dizane. Lê mijara firotina xaka Başûrê Kurdistanê agahiyeke nû ye. Agahiyeke bi vî rengî heye. Ev mijar jî bi birrîna darên Başûrê Kurdistanê kete rojevê.  Bêgûman helwesteke xelkê başûr û partiyên siyasî li hemberî vî tiştî aşkere ye. Li hemberî her êrişekê gel bi bertek e. Piştî hevdîtina konsolosa tirk a bi rayedarên Başûr re, li ser vê mijarê bersiv dan û gotin ku dewleta tirk tiştekê ku dike rewa dibîne. Ew deverên ku dar lê tên birrîn bi riya peymanekî ku di navbera dewleta tirk û rayedarên Başûr çêbûye, xaka Başûrê Kurdistanê kirîne û ew ji xwe re rewa dibînin ku daristanên wê herêmê bibirin û bi çi awayî tevbigerin jî azad in. Dibêjin ku devera me kiriye em dixwazin rê bibin wan deveran û gotine ku di rê çêkirinê de tişta ku ji wan re asteng be ew ê ji holê rakin. Yek ji van astengiyan jî dar û daristanên Başûrê Kurdistanê ne. Bêgûman firotina xaka Başûr di dîroka Kurdistanê de tişteke sosret e. Heta niha  dewletên êrişkar û dagirker bi şer, bi qetlîaman xwestine ku xaka başûr dagir bikin û hîn jî dikin. Lê belê li hemberî firotina xaka Kurdistanê gelê kurd û rayedarên kurd xwe bêdeng bikin ev sosretiya herî mezine."
 
'EM Ê DAXWAZ BIKIN KU AŞKERE BIKIN' 
 
Karamûs diyar kir ku ji bo bizanibin ev peyman ji hêla kê ve hatiye îmzekirin, ew di nav xebat û hewledanan de ne û wiha got: "Weke KNK'ê ji bo ku em bizanibin ku  kê li gel dewleta tirk peyman kiriye û ji bo ku agahiyên zelal bistînin di nav hewledanê de ne. Em dixwazin ku agahiyên berfirehtir bistînin. Di vê çarçoveyê de em ê ji Parlementoya Kurdistanê, rayedarên wê û hikûmetê daxwaz bikin ku kê ev peyman bi dewleta tirk re kiriye û pêk anî ye. Di berê de me dizanî bû ku bi dewleta tirk re peymana neft a bi dirêjî 50'î salî hatibû îmzekirin. Agahiya partiyên kurd ji bo firotina neft yan jî xaka Başûrê Kurdistanê heye nayê zanîn. Lê der heqê vê mijarê de jî em dixwazin agahiyên berfirehtir bistînin. Lê em dizanin ku heger di vê mijarê de bertek û refleksên partî û rêxistinên kurd çêbûn wê pêşiya vê jî bê girtin. Em şopdarên mijarê ne û em bi tu şêwazî vê qebûl nakin." 
 
'ARMANC EW E KU HERÊMÊ BÊMIROV BIHÊLIN'
 
Karamûs da zanîn ku talankirina xwezaya Başûrê Kurdistanê wê bi xwe re xeteriyê bîne û wiha domand: "Bêgûman birrîna daran ji bo xwezaya Kurdistanê felaketek mezin e. Em vê yekê qebûl nakin. Dewletek ku bi vî rengî xaka dewleteke din talan bike û pergala wê sero û bin bike û dar û daristanên wê bibire bêgûman ev yeke neyê qebûlkirin. Deverên ku dar lê tên birîn xaka Kurdistanê ye û Başûr li hemberî vê yekê divê bisekine û li ber xwe bide. Birrîna daran wê wan pêşve bibe û ji bo wan mîongeriyeke ewlekariyê çêbike. Lê em vê baş dizanin ku dewleta tirk bi birîna daran armand dike ku  şertên jiyana xelkê herêmê giran bike û wan bi tevahî ji holê rake û wê herêmê bêmirov bihêle. Em bi tu şêwazî birrîna daran qebûl nakin. Ji xwe li dijî vê yekê jî em armanc dikin ku li gel sazî û partiyên kurd bicivîn û li ser vê mijarê biaxivin. Em weke KNK li ku dera Kurdistanê êrişek hebe û çêbibe em ê li hemberî wê bisekinin."
 
'DIXWAZIN KU XWEZAYÊ TUNE BIKIN Û BÊNEFES BIHÊLIN'
 
Karamûs bi lêv kir ku li herêmê li gel dar birînê gundên deverê jî ji hêla artêşa Tirkiyê ve tên valakirin û got: "Ew deverên ku dewleta dagirker êriş dike ser qadên jiyanê tên fetisandin. Ango birrîna daran e û xerakirina xwezayêye û wêrankirina gundane derfetên jiyanê tune dike. Armanca dewleta tirk û hevkarên wan ew e ku li herêmê talankirinekî bidin destpêkirin. Karakterên dewletên kolonyalîst dema ku deverekî dagir dike beriya her tiştî çi dewlemendiya ser erd û bin erdê hebe tune dike û ji bo xwe bikartîne û jê sûd digire. Birrîna daran ne tenê li başûrê Kurdistanê, li bakûrê Kurdistanê jî tên birîn û şewitandin. Armanc tunekirina û bênefes hiştina xwezaya Kurdistanê ye. Bi fikra min divê mirov ne tenê di asta siyasetê de, di asta însanî de jî şîrove bike. Li ser vê deng derxistin erka her mirovan e.” 
 
'LI HERÊMÊ BAREGEHÊN DIZÎ TÊN AVAKIRIN' 
 
Karamûs bal kişand ser baregehên Tirkiyê li herêmê ava dike û destnîşan kir ku heta niha gelek baregehên bi dizî li herêmê hatine bicihkirin û wiha pê de çû: "Li hemberî operasyona ku dewleta tirk li herêmê daye destpêkirin, bêdengiyeke metirsîdar heye. Ev bêdengiye di partiyên siyasî de gelek tê dîtin. Bi taybetî jî di hikûmeta herêmê de bêdengiyek heye. Kesên ku bi awayeke aşkere li hemberî dagirkirina dewleta tirk helwesta xwe diyar dikin, ev helwesta wan têra nake. Pêwîste ku ev dagirkerî bi şêwazekê berfireh bi helwesteke netewî û bi şêwazeke parastina berjewendiyên Kurdistanê bê şermezar kirin. Heger em bi vî rengî tevnegerin, bêgûman wê operasyonên dewleta tirk hin zêdetir û berfirehtir bibin û wê deverên din dagir bike. Ji xwe heta ku vê keliyê jî dewleta tirk bi hejmareke fermî ku hatiye diyar kirin çend baregehên leşkerî li ser sînorên Zaxo heta ku bigihîje sînorê Rojhilatê Kurdistanê bi cih bûye. Hin deverên din jî ku baregehên dewleta tirk hatine bicihkirin hene. Weke mînak nêzî Hewlerê baregeheke bi dizî heye. Ev yeke di nava gel de tê axaftin. Agahiyên ku di destê me de ji bilî baregeha ku devera Hewlerê ku hatiye avakirin, li devera Başîkayê jî baregehek hatiye avakirin û hêzeke leşkerî bi çekên giran hatiye bicihkirin. Ev dibe ku bibe sedemê ku tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike. Bêdengiya li hemberî dagirkirina dewleta tirk encamê hevpeymanê ye. Me şik heye ku li gorî wê peymanê ev dagirkerî cih bi cih bibe. Em weke KNK’ê tu mafê  rayedareke başûr nabînîn ku bi dewleteke re peymana dagirkerinê erê bike. Em helwestên wiha, peymanên wiha û hevkariya bi vî rengî red dikin û em bi tu şêwazî qebûl nakin. Em hewl didin ku vî tiştî li gel tevahiya partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî çareser bikin. Em li dijî dagirkeriyê helwesteke netewî dixwazin. Bertekên gel yên li hemberî hevkariya dewleta tirk didomin û vê hevkariyê qebûl nakin."
 
'DI BAREGEHÊN TIRK DE ÇEKÊN GIRAN HENE' 
 
Karamûs anî ziman ku Tirkiye di sala 2020'an de li Zînêwertê bi heman hewledanan tevgeriya û got ku di encamê de negihişt armanca xwe û wiha berdewam kir: “KNK ji roja ewil heta niha ji bo yêkitiya netewa kurd dixebite. Di peymana ku me li gel çar perçeyên Kurdistanê pêk aniye ev e. Li dijî dagirkirina xaka Kurdistanê sekinandin û têkoşîn dayîn erka me ya serekeye. Dewleta tirk demeke dirêje di Başûrê Kurdistanê de her ku diçe hêza xwe xurtir dike. Bi çekên giran yên modern leşkerê xwe li herêmê bi cih dike. Di gelek baregehên dewleta tirk de çekên giran hene. Ev jî ji bo me hincete ku em di berxwedanê de çalak bin û kar û xebatên xwe pêk bînin. Di sala 2020'an de ew gengeşiya ku li Zinwertê ye rû da KNK'ê şîrove kir. Me li ser vê xebat jî dan meşandin. Li ser vê me gelek konferans, hevdîtin û seredan kirin. Di asta navdewletî de xebatên me yên berfireh çêbûn. Bi NATO û Netewên Yekbûyî re hevdîtinên me çêbûn ku em bikaribin li hemberî dewleta tirk muxelefetê xurt bikin. Heger em kurd di nav xwe de yek helwestî, yek rêzî û stratejiyeke mezin pêk neynîn û bi hev re tevnegerin bêgûman wê encameke serkeftî jî bi dest nekeve. "
 
'TÊKÇÛYINA XWE BI ÊRIŞKIRINA KURDAN RE VEDIŞÊRE' 
 
Karamûs bal kişand ser rewşa Tirkiyê û destnîşan kir ku Tirkiye bi êrişan dixwaze hebûna xwe dem dirêj bike û wiha got: “Dewleta tirk di şerê li hemberî kurdande gihiştiye merheleyeke têkçûyinê. Di Rojhilata Navîn de, li Rojava, Lîbya û Karabagê de her kesî helwesta Tirkiyeyê dît. Di qada navnetewî de dewlete ku Tirkiyeyê cîdî bigire nema ye. Ji ber wê jî ew aloziya ku dewleta tirk di asta netewî de ketiye xelas nake. Dewleta tirk weke çete tevdigere û dixwaze bi vî rengî hebûna xwe dem dirêj bike. Hiqûqên ku dewlet li ser tên avakirin û rêvebirin di dewleta tirk de nema ye.  Çeteyên ku cuda dewleta tirk xistine bin kontrola xwe û li gorî prensîb û qayideyên wan tevdigere. Îro bi aşkere li gel çeteyên weke DAIŞ û El-Nusra tevdigere. Tevahiya cîhanî vî tiştî bi awayeke aşkere dibîne. Ji ber wê yek hêza wê ya maye û wê jî bikar tîne. Bi vî awayî têkçûyina xwe bi motîve dike. Di heman demê de têkçûyina xwe ya dîplomasî, siyasî û aborî bi êrişkirina kurdan re vedişêre. "
 
'LI DIJÎ FIROTINA XAKA KURDISTANÊ HELWESTEKE NETEWÎ PÊWÎSTE' 
 
Karamûs di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di vê aloziyê de tişta ji gelê kurd re pêwîst yekitî ye û ev bang kir: "Weke KNK’ê xebatên me li herême didomin. Ji bo ku vê aloziyê û rewşa metirsadar li Başûrê Kurdistanê bi dawî bikin em di nav hewledanan de ne. Ew hêzên ku îro li hemberî dagirkirina dewleta tirk bêdengin û ew hêzên ku li gel dewleta tirk tevdigerin em wan jî serwext û hişyar dikin bila ji vê şaşitiyê vegerin. Bêgûman hin hêzên leşkerî yên Başûr ku li gel dewleta tirk di hevkariyê de ne jî hene. Ji bo ku xwîna kurdan bi destê kurdan neyê rijandin hewledanên me yên berfireh hene. Me gelek caran bangawaziya xwe ji alîgeran kiriye ku li hemberî şerê brakujiyê bisekinin. Em ji vê sûd negirin, şerek bi vî awayî derbikeve holê dewleta tirk wê jê sûd bigire. Bangawaziya me ji hêzên peşmêrgeyan re ew e ku piştgiriyê nedin şerê dewleta tirk. Lê diyare ku wê hewlên dewleta tirk ya li herêmê wê vala derbikevin û wê sernekeve. Sedemê hebûna me pêkanîna Yêkitiya Netewa Kurd e. KNK 22 sal in heye. 22 sal in bi israr em xebatên xwe yên yêkitiyê didomînin. Dem deman me gavên gelek girîn avêtine ku em gihiştine merheleke serkeftî jî. Niha jî ev xebatên me didomin. Ji bo ku em bi awayeke profesyonel xebatên xwe bidin meşandin em di nav hewledanê de ne. Em bi hêvî ne ku sazî û rêxistinên kurd di bin sîwana KNK'ê de kom bibin. Dema ku em bi hev re tevgeriyan û me hêza Kurdistanî ava kir û wê demê em ê bigihîjin armanca xwe. Wê demê dê otoritiya me ya netewî jî derbikeve holê. Bangawaziya me ji PDK'ê re, pêşmergê re û PKK'ê re heye ku bi tu şêwazî berê çeka xwe nedin hev. Pêwîste xwîna kurd bi destê kurd neyê rijandin.Pêwîste ew hêzên ku rûbirû mane, bila dûr bikevin û demildest vegerin baregehên xwe. Kurd bila bi riya diyalogê pirsgirikên xwe yên navxweyî çareser bike. Bila tu kurd li hemberî vê bêdeng nemîne. Bêdengî mirine. Li dijî firotina xaka Kurdistanê divê em dengê xwe bilind bikin. Bi helwesteke netewî em li hemberî vê bisekinin. Em bi hêvî ne ku wê gelê kurd bi helwesteke netewî vî şerê taybet pûç bike." 
 
MA / Zeynep Durgut