Tecrîd ‘ewlehiyê’ ye

img

ENQERE – Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Balûken, dema hat girtin 3 mehan bi tenê di hucreyekê de hatibû girtin. Wezareta Dadê, vê girtina Balûken bi hinceta “ewlehiyê” ve girêda û sedema tecrîdkirina Balûken jî wek “ewlehiya giyanî” daxuyand. 

Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, di meha Sibatê de der barê girtina Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken de pêşniyaznameyek berpêşî Wezareta Dadê kiribû. Piştî çend mehan şûnde wezaretê bersiva pêşniyaznameya Taşçier da. Di bersiva hat dayîn de dixuyê ku, wezaret qebûl dike ku şert û mercên ku Balûken tê de ne yên tecrîdê ne. 
 
Taşçier, di pêşniyaznameya xwe de, diyar kiribû ku Baluken bi tena serê xwe di hucereyekê de tê girtin û sedema vê yekê ji Wezîrê Dadê yê wê demê Bekir Bozdag pirsîbû. 
 
Lê belê li şûna Wezîr Bozdag, Abdulhamit Gul bû wezîr û bersiva pêşniyaznameyê hat dayîn. 
 
Di bersivê de hat diyarkirin ku Baluken di navbera 4’ê Mijdara 2016’an û 30’yê Çileya 2017’an de li Girtîgeha Tîpa F a Jimare 2’yan a Kocaeliyê maye û sedema ku di hucereyekê de hatiye girtin wiha hat ravekirin: 
 
"Dema li saziyê bû bi tu pirsgirêkeke ewlehiyî re rû bir û nemaye, rewşeke ku di şert û mercên tecrîdê de maye çênebûye û ji bo ewlehiya wî pêk bê, di çarçoveya mevzûatê de di odeyeke 3 kesî de bi tena serê xwe maye. Daxwaza guherîna odeyê ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Saziyê ve hatiye redkirin û li ser vê girtî li Dadweriya Înfazê ya Kocaeliyê giliyê saziyê kiriye, lê belê ji bo ewlehiya saziyê û ewlehiya kesên girêdayî saziyê daxwaz hatiye redkirin.”