Sancar: Ji bo heqîqetê em Dadgeha Rûsselê ava bikin

img
ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di komcivîna partiya xwe de têkildarî mijarên di rojevê de û dozên derbarê partiya xwe de axivî û ev tişt got: “Werin em kesên ku ji demokrasî û edaletê bawer dikin lijneyeke mezin ava bikin. Minakên vê li dinyayê hene. Em Dadgeha Rûssel ava bikin.
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di komcivîna partiya xwe de axivî. Di rojeva Sancar de doza girtina HDP’ê, Doza Kobanê, têkiliyên mafya-îktidarê, aborî û mijarên din ên rojane hebûn. Sancar, diyar kir ku ji bo pêvajoya têde derbas dibin yekitiya hêzê û têkoşîn girîng e û wiha got: “Rizgarî û xelasî meşa li ser vê rêyê ye. Pergala xerab, talanker, derewkar û xwînmêjiyê bi rêyê dikarê bê guhertin. Hûn dibînin ku Sedat Peker çawa vedibêje. Kesên navên wan di îttîrafên Peker der derbas dibe bêdeng in.”
 
‘WÊ HDP BÊDENG NEBE’
 
Piştre Sancar axaftina xwe wiha domand: 
 
“Bêdengiya ji bo îttîrafan îqrarkirina sûc e. Heke desthilat li hemberî van sûcdariyan bêdeng bisekine ev tê wateya qebûlkirina sûcan. Mixabin ev bêdengî bi desthilatê ne bi sînor e. Muxalefet jî bêdeng e. Em ji vir hişyarî dikin wê HDP’ê bêdeng nebe. Wê HDP rastiyan bîne ziman û tu carî vê peymana bêdengiyê qebûl neke. Em bikin wê ev çerxa wan nikaribe bigere. Qet şerm jî bi we re nemaye. Ew dibêjim heke em bîrê bidizin dê hesab ji wan neyê pirsîn. Kî çi dike bila em ê li pêşerroja gel xwedî derkevin. 
 
HDP WÊIJDANÊ VÎ WELATÎ YE
 
Her dema ku zor li vê desthilatê tê helw dide bala raya giştî belav bike û rojevê biguherîne. Bi vî awayî hewl dide rêya xwe paqij bike û desthilata xwe bidomîne. Di van pêvajoyan de wêjeya xayîntî û dijmintiya hundir dike. Bi salan e vê bi ser HDP’ê de dikin. Ji bo pirsgirêkên din neyên axaftin şerê derûnî mezin dikin. Vê bi çapameniya xwe dikin. Di weşanên xwe de HDP’ê lîn ç dikin. Lê HDP wijdanê vî gelî û pêşeroja aştî û azadiyê ye. 
 
EM KOMÎSYONÊ AVA BIKIN Û LÊKOLÎN BIKIN
 
Bila li meclisê bê lêkolînkirin. Heke nebe, werin em kesên ku ji demokrasî û edaletê bawer dikin lijneyeke mezin ava bikin. Minakên vê li dinyayê hene. Em Dadgeha Rûssel ava bikin. Em lêkolîn bikin û li pey bikevin. Hûn çi navî lê dikin bikin em dikarin tiştekî wiha bikin. Tişta vê pergalê li ser piya dihêle hevpariya sûc e. Heke hûn bûn hevpar sûc dozger jî li pey we nakeve. Lê sûcên wisa mezin hatine kirin ku bêdengî ji bo berdewama vê pergalê şert e. Ji ber vê hevalên me tên darizandin. Di bin navê Doza Kobanê de doza xizaniyê tê domandin. 
 
WEZÎRÊ ‘KARÊ SÎXORTAYÊ’
 
Kesekî ku ji ber fêhilkirina pere lêgerîna wî heye bi Wezîrê Karê Hundir re hevdîtin dike. Li gorî divê mirov gotina Wezareta Karên Hundir biguherîne. Nizanim wî çima kirine wezîr. Karê ku herî baş dizan e karê sîxortayê ye. Heke wî kiribûna ‘Wezîrê Karê Sîxortayê’ wê baştir bûna. Wî dengê ku ew jî hez dike ne tenê dengê muzîkê ye. Di bin her rûpelî de milyon dolar hene. Vê derbarê de daxuyanî neda. Hesabê vî pereyî bide. Piştre were ji me re gotinan bibêje. Tu yê bersiva her gotina xwe jî bigirî. Li aliyekî ve diçe bi kesên ku sûc kirine re hevdîtin dike û ji wan dibêje, ‘birevin wê we bigirin’ û li aliyekê ve jî artêşek polis dişîne ber derê kesên ku twîteke davêjin. 
 
DOZA GIRTINÊ
 
Derbarê me de doza girtinê vekirine. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind dibêje; tişta ji destê me hat me kir. Tu dixwazî çi bibêjî? Ji xwe te doznameyeke riziyayî amade kiriye. Ev îttîrafeke veşarî ye. Hinek şerm bikin şerm. Tişta ku vî welatî xelas bike wê hinek şermkirina we be. Wê ev doz vala derkeve. Em dizanin wê ev gel li vê partiyê xwedî derkeve. Êrîşa li vê partiyê êrişa li vîna bi milyonan e. Destpêkê jî êrişa li dijî vîn û hesiyeta gelê kurd e. Wê gelê kurd heta dawiyê li vîn û hesiyeta xwe xwedî derkeve. Ev baweriya me ya bingehîn e. 
 
BANG LI AKP’IYAN KIR
 
Gotineke min jî ji AKP’iyan re heye; xwişk û birayên min ên ezîz, bila ev desthilatê êdî çi bike? Guneh û dereweke ku nekiribe û talaneke ku neketibê nemaye. Van kirinên xwe bi dengê ku ji we girtiye diparêze. Em dengê xwe bidin kî bidinê heke em bi hev re tevbigerin wê ev bibe xelasî. Ez dizanim ku hûn naxwazin bibin hevparê sûcên AKP’ê. Weke HDP em soz didine we ku piştî çûyîna vê desthilatê wê tu carî bawerî û desfketiyên we yên maf û azadiyê tune nebe.”