Dîrokzan Bozarslan: Kurd her rojeke Efrînê wek serkeftinê dibînin

img

ENQERE - Dîrokzan Prof. Dr. Hamît Bozarslan, êrîşa li ser Efrînê wekî "berdewama îttîhatgeriyê" pênase kir. Bozarslan wiha got: "Kurd, her rojeke berxwedana Efrînê wekî serketinekê dibînin. Êdî yekitiya neteweyî peywireke bivênevê ye." 

Êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û Hêzên Sûriyeya Azad (OSO) yên li dijî Efrînê di roja 16'an de dewam dike. Gelek saziyên sivîl, rêxistin xwedî li berxwedana Efrînê derdikevin û di vî warî de daxuyaniyan didin û êrîşên TSK'ê şermezar dikin. Bi taybetî kurd jî li dijî van êrîşan li her derê cîhanê di berxwedanê de ne û piştgiriyê didin gelê Efrînê
 
Prof. Dr. Hamît Bozaraslan, tevgerîna li hemberî Efrînê nirxand. Der barê avaniya siyasî û dîroka Tirkiye û pirsgirêka kurd de gelek pirtûkên Bozaraslan hene. Bozarslan bi taybetî bal kişand ser êrîşên li dijî Kerkûk û Efrînê. Bozarslan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re ev tişt parve kir: "Di bin êrîşên li dijî Kerkûkê de nepêkanîna entegrasyona navxweyî ya navbera kurdan û Iraqa ku radestî milîsên şiî yên di bin fermana pasdaran de heye. Êrîşên li dijî Efrînê jî, mirov dikare bi îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê, erdoganîzma ku li eslê xwe vegeriya, bi netewperestî û nîjadperestiyeke tundraw avakirina blokek nû ya hegemonîk rave bike. Li Tirkiyeyê, bi taybetî jî di asta sunîtiyê de nostaljiyeke împaratoriyê ya tundraw xwe dide der û projeya restorasyonkirina vê yekê heye. Wek netewperestî û rastgiriya tundraw, erdoganîzm jî wekî aktoreke ku tirkîtiye dike serwerê cîhanê û îslamê diparêze tê dîtin." 
 
ERDOGANÎZM, BERDEWAMA ÎTTIHATGERIYÊ YE 
 
Erdogan dîroka cîhanê û cîhanê wek li hemberî tirkîtiyê be fêm dike û pêşerojê jî wek pareke demê ya ku dê rovanşê ji dîrokê bistîne dixwîne. Erdogan wek Îttihat û Terakkiya ku bêyî tu êrîş hebin tev li Şerê Cîhanê yê Yekemîn bû û wek ku dê ev şer qet neqede tev geriyeye difikire. Hem di axaftinên wî de hem jî temaya 'Pirsgirêka Tirkiyeyê ya bekayî heye' ku serwerê çapemeniya AKP'ê ye, ancax bi vî awayî mirov dikare rave bike. Di vê çarçoveyê de erdoganîzm berdewamiya îttihatgeriyê ye. 
 
Di sala 1914'an de ji bo projeya rovanşa ji dîrokê ermenî wek astengiya herî girîng dihatin dîtin. Piştî sed salî şûnde jî niha kurd wiha tên dîtin. Erdogan, dibêje Efrîn hîn destpêk e. Her wiha şerê li hemberî kurdan wek perçeyeke şerê li hemberî 'Rojavayê cîhanê û DYA'yê be' dide der." 
 
‘KURD HER ROJEKE EFRÎNÊ WEK SERKETINÊ DIBÎNIN' 
 
Bozaraslan diyar kir ku niha texmîna ku dê şerê li Efrînê ber bi kuderê ve biçe hinekî zehmet e. Her wiha Bozarslan got mirov nizane dê di vî warî de rewşa têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê bi ku ve biçin. Bozaraslan ev tişt gotin: "Lê kîna Rûsya, Îran û Esed û neçariya DYA'yê, kurdên Efrînê di şert û mercên pir zehmet de mehkûmî berxwedanê dike. Têkildarî vê yekê jî raya kurdên li herçar perçeyan jî her rojeke berxwedanê wek serketinekê dinirxîne." 
 
‘DEMOKRASIYA ROJAVAYÊ JI RÛMETA XWE FERAGAT DIKE!' 
 
Bozarslan, sedemên desteka dewletên rojavayê ya ji bo tevgerînê û bêdengiya wan jî şîrove kir. Bozarslan wiha got: "Em dibînin ku pirî caran demokrasî li ber antî-demokrasiyan çok datînin. Demokrasî, dibînin ku rejîma Erdogan bûye pirsgirêkeke ewlehiya herêmê. Lê ji rûmeta xwe feragatê dikin û beriya her tiştî difikirin ku ew ê ewlehiyê biparêzin. Halbûkî wek avakarên DYA'ê der pêş dikin û wek liv û tevgerên giran ê Nazîzmê jî nîşan didin ku, civakên ku ji bo hinekî ewlehiyê ji rûmeta xwe feragat dikin, taliya talî hem rûmeta xwe hem jî ewlehiya xwe winda dikin." 
 
Bozarslan diyar kir ku Tirkiye piştî Efrînê dixwaze hin qadên din ji xwe re bike hedef û wiha got: "Hîn du hefte ye, lê artêşa tirk li sînor xitimiye. Ji niha ve mirov nikare bibêje ka dê ev artêş û leşkerên wê yên biheq eniyeke nû vebikin an na. Lê em dikarin texmîn bikin ku wê bi geşedaneke wisa re rageşiya di navbera wê û DYA'yê de bigihîje asteke ku vegera wê tune be." 
 
Bozarslan, diyar kir ku sedema ku îro Kerkûk ji dest derket û êrîş li hemberî Efrînê çê dibin, ji ber nepêkanîna yekîtiyê ye. Bozarslan destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê demildest yekîtiya navbera kurdan pêk bê û wiha got: "Beriya Kerkûk û Efrînê, tişta girîng a li benda kurda ew bû ku entegrasyona navxweyî ya kurdan pêk bê. Lê niha ev peywir bûye peywireke bivênevê." 
 
MA / Kenan Kirkaya