PDK-Bakur: Ne dema yekitiyê, dema piştgiriyê ye

img

ENQERE - Li erdnîgariya kurdan daxwazên ji bo yekitiya neteweyî zêde dibin, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak da zanîn ku ne dema yekitiya neteweyî dema piştgiriyê ye.

Hikumeta AKP'ê "Ji bo hin dengên kurdan ên ji PDK'ê bandor dibin winda neke" bertekên xwe yên "xişk" ên li dijî referanduma Herêma Federal a Kurdistanê li gorî roja destpêkê piçekî sist kiriye. Lê MHP'ya ku bi AKP'ê re hevkar e, berovajiyê wê bertekên xwe hişktir kiriye û derxistiye asta çêran. Ev rewş wekî parvekirina peywirê tê şîrovekirin. Nivîskarê nêzî hikumetê abdulkadîr Selvî ev polîtîka wekî "polîtîkaya dar û gizêrê" pênase kiribû.
 
Hin kesayetên nêzî PDK'ê li hemberî hikumetê berde bertekeke hişk bide nîşan, berovajî HDP û DBP'ê ya ku li dijî vê nijadperestiyê bertekên xwe didin nîşan, reş dikin û wan hedef didin nîşan. Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur Sertaç Bucak referndum wekî "Diyardeya aştî û demokrasiyê" şîrove kir û got ku "Em tu carî gef û tundiyê li dijî vê diyardeyê rast nabînin" û hêviyên xwe yê ji bo Tirkiyeyê anî ziman û hatina gel hev ya Iraq, Îran û Tirkiyeyê jî wekî "Pakta Baxdayê, dewama CENTO'yê" pênase kir.
 
TIRKIYEYÊ DI 2008'AN DE DEST JI ÇAWANIYA EWLEHIYÊ BERDA!
 
Ruxmê hemû tundiyên li dijî bajarên kurdan, Bucak diyar kir ku di sala 2008'an de dest ji vê polîtîkayê berdne û wiha got: "Lê paktên di wê demê de jî ji pirsgirêka kurd re xizmet nekirin. Mixabin li Tirkiyeyê di warê pirsgirêka kurd de kar li çawaniya ewlehiyê aliqiye. Di sala 2008'an de dest ji vê berdabûn. Bi Rêveberiya Herêma Kurdistanê re têkilî hatibûn danîn. Di warê aborî, siyasî û bazirganiyê de hevkarî hebû. Lê hin gotinên ku di demên dawî de tên gotin, ne tenê kurdên wir, kurdên li vir jî piçûk dixin."
 
TÊKILIYÊ AKP-PDK TÊKILIYÊN DU WELATAN E
 
Bucak têkiliyên di serdemekî di navbera Rêvberiya Herêma Kurdistanê û AKP'ê de wekî têkiliyên du welatan nirxand û wiha axivî: "Di dawiyê de Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê û Dewleta Komara Tirkiyeyê di nav têkiliyan de bûn. Heke di pêşerojê de Kurdistaneke serbixwe pêk bê, dê hemû cîran bi Kurdistana serbixwe re di nava têkiliyên baş de bin. Ji xwe Birêz Barzanî jî di vê der barê de diyar kir ku ew dixwazin bi hemû cîranên xwe re di nav têkiliyên baş de bin. Lê mixabin cîranan guh neda vê bangê." Bucak bal kişand ser Tirkiyeya nû jî û aşkera kir ku Tirkiyeya nû ji mijaneya (eksen) xwe dûr e.
 
‘NE YEKITÎ PIŞTGIRÎ DIVÊ’
 
Bucak got ku "Lê mêze kin em kurdên li Tirkiyeyê dijîn" û wiha pê de çû: "Yanî em kurdên bakur ên li Tirkiyeyê dijin. Li ber serê we li Kurdistana Iraqê referandumek tê kirin. Ev referndumeke rewa ye. Gelê li vir dibêje ku 'Ez ji serxwebûnê re dibêjim erê'. Karê kurdên li parçeyên din dijîn piştgiriyê bidin wan. Hûnê çawa di nav piştgiriyê de bin? Hûnê li vir bangan bikin, mînak li Kurdistana Îranê gel daket kolanan. Lê li Tirkiyeyê mû naheje. Li gorî min li vir rûniştin û behsa yekitiya neteweyî kirin ne di rojevê de ye. Ya di rojevê de piştgirî ye. Kurdistan piştgirî ye. Li gorî min divê herkes bi daxuyanî, siyasetê piştgiriyê bide nîşan. Ji bo wê pêwîstî bi civînekî jî tune. Heke pirsgirêka li Kurdistana Tirkiyeyê piştgirî be, ez divêm dema vê jî hatiye."
 
‘DIVÊ YEK DENGÎ BE’
 
Bucak debirî ku rêxistinên kurdan ên li Tirkiyeyê "Li dijî referanduma Kurdistana Federal" derketine û referanduma ku HDP'ê li Meclisê li dijî hemû hevkarên PDK'ê parast jî ji nedîtî ve hat û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha ev kesên ku meseleya yekitiya neteweyî anîne rojevê, divê serê xwe zelal bikin. Ez dibêm niha ne dema wê ye. Divê piştgiriya di navbera kurdan de bê xurtkirin."
 
Bucak daxuyaniyên rêxistinên kurd ên der barê referandumê de wekî "ne zelalin" şîrove kir û cih cih ev rêxisitn wekî "ne demokrat in" pênase kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê di daxuyaniyên xwede hev girtî bin. Yanî divê yek deng bin."