Gergerlîoglû: Îro roja serkeftina gel e

img
ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû ku piştî xespkirina 4 mehan parlamenteriya wî lê hat vegerandin, li Lijneya Giştî ya Meclisê axivî û ev tişt got: "Li dijî hemû neheqiyan îro roja serkeftina vîna gel e. Îro roja xuyabûna serfkeftina gel e."
 
Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû ku piştî xespkirina 4 mehan li ser biryara "mafdar dîtinê" ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) parlamenteriya wî lê hat vegerandin. Gergerlîoglû, piştî ku parlamenteriya wî lê hat vegerandin derbasî Lijneya Giştî ya Meclisê bû. Gergerlî, ji aliyê parlamenterên HDP û CHP'ê ve hat pêşwazîkirin û bi wan re wêne kişand. Gergerlîoglû li Lijneya Giştî ya Meclisê axaftinek kir û ev tişt got: "Dîsa merheba. Ji bo demokrasî û gel min li vir li ber xwe da. Di encama berxwedana gel û hêza demokrasiyê cara duyemîn hatim. Li dijî hemû neheqiyan îro roja serkeftina vîna gel e. Îro roja xuyabûna serfkeftina gel e."