Hevseroka HDP'î bi daxwaz "îxraca teqez" sewqî dîsîplînê hat kirin

img
ENQERE - Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDP'ê, ragihand ku Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin bi daxwaz "îxraca teqez" sewqî dîsîplînê hatiye kirin.
 
Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDP'ê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, bi daxwaz "îxraca teqez" sewqî Lîjneya Dîsîplîna Navendî ya HDP'ê hatiye kirin. Lijneyê, di daxuyaniya xwe de têkildarî mijarê de ev agahî dan: "Di encama nirxandina agahî û belgeyan de derbarê Hevşaredara me ya Şemrexê Nalan Ozaydin de bi awayekî şênber hatiye tespîtkirin ku di dema hevşaredariya xwe de di hin kar û kirariyên şaredariyê de nelirêtiyan kiriye. Ji ber rewşa ku derbarê Ozaydin de derketiye holê biryara destpêkirin pêvajoya dîsîplînê hatiye dayîn û bi daxwaz "îxraca teqez" sewqî Lîjneya Dîsîplîna Navendî ya HDP'ê hatiye kirin. Dema ku pêvajoya dîsîplînê ya derbarê Ozaydin de bi dawî bibe wê hûrgulî û encamên mijarê ji raya giştî re bên parvekirin."