Hevseroka KNK'ê Mûrad: Divê partiyên Kurd li dijî dagirkeriyê bibin xwedî helwest

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK’ê  Zeyneb Mûrad, bang li hemî partiyên Kurd kir ku li dijî êrişên Tirkiyê û dagirkirina Herêma Federasyona Kurdistanê bibin xwedî helwest.

 
Hevseroka Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad, derbarê operasyona der sînor a Tirkiyê ya di 23’yê Nîsana 2021’an li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê dest pê kir û xebatên xwe yên siyasî yên demeke li Herêma Federe ya Kurdistanê bi rêve dibe de, daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
Mûrad, anî ziman ku di hevdîtinan de yên bi partiyan û rêxistinên civakî yên sivîl re, wan tespît kirine ku ji bo yekîtiya neteweyî zemînek heye û got, "Em di wê baweriyê de ne ku bi berxwedana neteweyî, bi piştgiriya dost û parêzvanên azadiyê em ê êrişan û hewldanên dagirkeriyê bişikînin."
 
PDK’Ê  HÎN BERSIV NEDAYE
 
Mûrad, têkildarî helwesta PDK'ê ya der barê hewldanên yekîtiya neteweyî de jî, ev nirxandin kir: “Ji bo daxwaza me ya hevdîtina bi PDK'ê re hîn bersiv nehatiye dayin. Me hîn jî nekarîn bi nûnerên wan re hevdîtinê ibkin. Ne bersiveke erênî ne jî neyînî nayê dayin. Divê ew bi xwe eşkere bikin bê çima bersivê nadin. Deriyê me li her partî û rêxistinê vekiriye."
 
XWESTIN HER KES BÊN GELHEV
 
Mûrad, diyar kir ku du mehan wan li Başûrê Kurdistanê kar kir û wiha dewam kir:"Bi her awayî divê mirov li ber dagirkeran rabin. Pêwîstiya gelê Kurd ji her demê bêhtir niha bi yekîtiya neteweyî heye. Pirsgirêk dûrî ji şerê navxweyî divê li dora maseya danûstandinê bi rêya diyalogê bên qedandin û çareserkirin. Ji ber ku yekîtî û hevgirtin pêk nehatiye, eniyên parastina Kurdistanê lawaz dibin. Bi navê KNK'ê di asta Herêma Kurdistanê û Iraqê de me hewl da ku partiyên siyasî yên Kurd, fraksiyonên parlamenteran, rêxistin, rewşenbîr, medya û rêxistinên jinan ên Kurd bibînin."
 
BANG KIR
 
Zeyneb Mûrad: ev bang li partiyên siyasî kir; “Partiyên Kurdistanê hemû, li dijî êriş û dagirkeriyê divê xwedî helwest bin. Di serî de jin û ciwan em bang li her kesên azadîxwaz dikin, ji bo pêşî li şerekî navxweyî bê girtin û dagirkeriya dewleta Tirk bê astengkirin, zextê li aliyên siyasî bikin."