Bi daxwaza girtinê Arslan şandin dadgeriyê

img

AMED – Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, di 6’ê Sibatê de bi hinceta tev daxuyaniyê bûye û di hesabê xwe yê medyaya civakî de der barê êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên li ser Efrînê de parvekirin kirine, hatibû binçavkirin. Piştî îfadeya li Miduriyeta Polîsan a Amedê, Arslan derxistibûn Edliyeya Amedê. 
 
Piştî Arslan îfade da dozgeriyê bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” bi daxwaza girtinê ew sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar kirin.