HDP: Daxwazên gelên li Afganîstanê kirin qurbana berjewendiyên reel ên polîtîk

img

ENQERE - Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê, di daxuyaniya derbarê Afganîstanê da de w,ha got: "Daxwazên jin û gelên li Afganîstanê yên demokrasî û azadiyê, qurbana berjewendiyên polîtîk ên reel hatin kirin."  

 
Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy, derbarê paşvekişandina DYE'yê ya ji Afganîstanê, kontrolkirina Kabîlê ya ji aliyê Talîbanê ve û polîtîkayên Tirkiyeyê yên têkildarî Afganîstanê de, daxuyaniyek nivîskî weşandin.
 
Daxuyaniya HDP'ê wiha ye: "Dagirkeriya ku DYE û Îngîltere ya sala 2001’an bi dirûşmeya ‘Em ê Efganîstanê azad bikin’ dabû detpêkirin ku li pey xwe zêdetirî 50 hezar sivîlên hatine kuştin û civakekî ji hev belavbûyî hiştin, piştî 20 salan bi dawî bû. Hêzên Talîbanê bi ketina paytext Kabûlê re îlan kirin ku şer qediya.
 
KIRIN QURBANÊ BERJEWENDIYÊN POLÎTÎK
 
Ji aliyekê ve ku Emerîka xwe vedikişîne, Talîban bi awayekî eşkere îşaretên ku wê rejîmeke zordar damezrîne dide, welatên cîran ên Efganîstanê Çîn, Îran, Pakîstan, Tirkmenîstan, Tacîkistan û Ozbekîstan û welatên ku ne hevsînorê Efganîstanê ne, lê berjevendiyên wan ên girîng hene yên wek Rûsya û Hîndîstan di vê valatiya çêbûyî de ji bo parastina berjevendiyên xwe pozîsyonên nû digrin. Heta hikûmeta Tirkiyê ya bi kîlometreyan ji Efganîstanê dûr e, ji bo ku ji vê rewşa nû rolekê ji bo xwe bigre, di avên metirsîdar de avjenî dike. Wisa xuya dike ku Efganîstan dema pêş wê ji gelek şerê bi wekalet re bibe zemîn. Li Efganîstanê careke din daxwazên jin û netewên kêm hejmar û parêzvanên mafê mirovan ku demokrasî, azadî û edaletê dixwazin, dikin qurbanê berjevendiyên polîtîk ên reel. Li DYE’yê ku dagirkeriya xwe ya 20 sal beriya niha di bin navê ‘Operasyona azadiyê ya mayînde’ de dabû destpêkirin bidawî kir, heta parêzvanên dagirkeriyê ‘femînîstên spî’ jî êdî behsa 'rizgarkirina jinên Efgan' nakin.
 
DIXWAZIN BI HEV RE KAR BIKIN
 
Meseleyên wek hebûna leşkerî ya Tirkiye ya li Efganîstanê ku wek endamekî NATO’yê ji destpêka dagirkirina Efganîstanê de rol lîstiye û bi taybetî koçberên Efgan yên di 2 salên dawî de koçberê Tirkiyê bûne mijarên girîng in. Serokkomar Erdogan bi DYE’yê re ji bo parastina balafigehê Kabûlê muzakere kir û bi vî rengî xwest rol bigre. Piştî ku Talîbanê ragihand ku yên bi NATO’yê re hatinî pêwîste bi NATO’yê re jî biçe, ne xwe wê Tirkiyê weke 'dagirker' bibîne, Erdogan gotibû 'Ti aliyekî berevajî yê Tirkiyê bi baweriya Talîbanê re tine ye' û wê di demek nêz de pêşwazîkirina lîderên Talîbanê qebûl bike. Fêm dibe ku wê têkiliyên di navbera Tirkiyê û Talîbanê de li ser esasê berjevendiyan bê eyarkirin. Di mijara Efganên ku ji şer revîne û hatine Tirkiyê jî kesek nîne ku bizane bê ka hikumet çi dike. Li gel koçberên Sûriyê ku wana weke hêmanekî yê gef û şantajê bikar tîne, dibe ku Efganan jî weke kartekê li hemberî Ewropayê bikar bînin. Ji xwe bi diyarkirina ku Angela Merkel jî di mijara Efganîstanê de dixwazin bi Tirkiyê re kar bikin, bi vî rengî ji niha ve pozîsyona dewleta Elman diyar kirin.
 
JINAN DI TARÎTIYÊ DE TÊKOŞIYAN
 
Em wek HDP di vê baweriyê de ne ku pêwîste kirîzên siyasî yên li erdnîgariya Lîbya û Sûriyê bigre heya bi Efganîstanê heyî bêyî şer û mirin çêbibe were çareserkirin û dikare çareser bibe. Em bang li civaka navnetewî dikin ku di ji nûve avakirina Efganîstanê de rol bilîzin û yên têkoşîna demokrasiyê birêve dibin bi tenê nehêlin. Em gelên Efganîstanê ku di 40 salên dawî de ji ber dagirkeriya destpêkê Rûsya û piştre Emerîka bi hilweşînên mezin re rû bi rû maye silav dikin, her wiha em hestên xwe yên pişteqaniyê ji bo bi taybetî jinên Efgan yên di demên herî tarî te ji têkoşîna xwe ya bi rûmet tawîz nedanî pêşkêş dikin.”