Avci: Dê AKP û qeyûm biçin, hesabê diziyan bê pirsîn

img
WAN - Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûsatafa Avci ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, diyar kir ku ji bo dizî û nelirîtiyên ên berê aşkere nebin cardin qeyûm tayinî şaredariyan hatine kirin û got: "Roj bê dê AKP û qeyûm biçin û dê hesabê diziyên hatine kirin bê pirsîn." 
 
Di 19'ê Tebaxa 2019'an de Wezareta Karên Navxweyî cardin qeyûm tayinî şaredariyên HDP'î kiribûn. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, "rejîma qeyûmtiyê" ku îqtidar bi wê xwe li ser pêyan dihêle, nirxand. 
 
POLÎTÎKAYEKE ŞERÊ TAYBET
 
Avci, bilêv kir ku rejîma qeyûmtiyê ku vîna gel xesp kiriye wekî "darbeyê" wesifand û destnîşan kir ku tayinkirina qeyûman polîtîkayeke şerê taybet e ku îqtidara AKP'ê li hemberî gelê kurd dimeşîne. Avci, anî ziman ku îqtidar nahêlin gelê kurd xwe bi xwe xwe bi rê ve bivin û got: "Bi qeyûman vîna gelê kurd esas nagirin û nahêlin kurd bêhnê jî bistînin. Ev feraseta tekparêz dixwaze gelên Tirkiyeyê muhtacî wan be." 
 
‘JI BO DIZÎ AŞKERE NEBIN...' 
 
Avci, diyar kir ku hewl didin vê çerxê berevajî bikin û ji bo cardin tayinkirina qeyûman destnîşan kir ku sedemek vê jî ji bo dizî û nelirêtiyên qeyûmên berê aşkere nebin cardin tayin kirin. Avci di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: "Me rant û diziya qeyûman bi belgeyan berhev kir û me pêvajoya hiqûqî da destpêkirin. Me kesên dizî kirin ji kar avêtin, lê qeyûm cardin ew anîn danîn ser kar. Gava em hatin ser kar di roja dudoyan de tenê du sê qeleman de 4 milyon TL di qaseya şaredariyê de ma. Lê ev pere beriya vê diketin bêrîka kê? Divê hesabê vê bê pirsîn. Hê jî dizî tê kirin." 
 
‘DÊ AKP Û QEYÛM BIÇIN' 
 
Avci, diyar kir ku heya îqtidara AKP û MHP'ê hebe dê rejîma qeyûmtiyê bidome û dibe ku îro hesabê nelirêtiyan neyê pirsîn û got: "Lê roj bê dê AKP û qeyûmb için. Dê hesabê diziyên di dema qeyûman de hatine kirin bên pirsîn. Em ê li bara qanûn û hiqûqê hesabê van diziyan bipirsin." 
 
'DÊ BI KÎJAN RÛYÎ DERKEVIN BER GEL?' 
 
Avci, destnîşan kir ku rejîma qeyûmtiyê di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de têk şikiyaye û niha li Wan ne qeyûm ne jî AKP nikarin biçin nav gel û pirsî: "Ma dê bi kîjan rûyî biçin nava gel?"