Rêveber û parlamenterên HDP’ê li Dîlokê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiyan

img
DÎLOK - Şandeya HDP’ê li Dîlokê bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re civiya. Parlamentera HDP’ê Tulay Hatimogûllari diyar kir ku heke pêşiya rêxistinên demokratîk were vekirin wê li Tirkiyê gelek pirsgirêk werin çareserkirin. 
 
Rêveber û parlamenterên HDP’ê di çarçoveya kapmanya “Em HDP ne, li her derê ne” li Dîlokê bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re civiyan. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Turgut Oker, parlamenterên HDP’ê Alîcan Onlu, Garo Paylan û Tulay Hatimogûllari û rêveberên HDP’ê beşdarî hevdîtina bi nûnerên rêxistinên civakî re bûn.
 
Hevdîtin li oteleka Dîlokê pêk hat û gelek nûner û rêveberên rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka û komeleyên herêmî beşdar bûn. HDP’iyan li pêşniyaz û pirsgirêkên van nûneran guhdar kir. 
 
Parlamenter Tulay Hatimogûllari di civînê de derbarê naveroka kampanya partiya xwe de beşdaran agahdar kir û bal kişand ser krîza aborî, feqîrî, bêkarî û mafên jinan. Hatimogûllari destnîşan kir ku li Tirkiyê tê xwestin ku împaratoriyek faşîst were avakirin û ev pergala faşîst dixwaze vê pergala yek zilamî mayînde bikin. 
 
'ROJHILATA NAVÎN VEGUHERIYE GOLA XWÎNÊ’ 
 
Hatimogûllari anî ziman ku Tirkiye ji demokrasiyê dûr e û wiha got: “Astengiyên li pêşiya maf û azadiyan hene. Binpêkirinên mafan diqewimin. Tecrîda li Îmraliyê didome. Girtî li dijî tecrîdê qîr dikin û divê her kes li vê qêrînê xwedî derkeve. Tenê ne gelê kurd bedela neçareserkirina pirsgirêka kurd dide, tevahiya gelên Tirkiyê vê bedelê dide. Em dibînin ku şer bandorek çawa li me dike. Divê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gav werin avêtin. Di demên dawî de tê xwestin ku di navbera gelan de şer were destpêkirin helbet divê bersiva me li hember vê hebe. Pêdiviya Tirkiyê û Rojhilata Navîn bi aştiyê heye. Rojhilata Navîn veguheriye gola xwîne. Xwîna însan ji petrolê bêtir tê herikîn. Ji bo vê yekê me her tim aştiyê parastin û em ê her bi parêzin.”
 
ÎQTIDAR ÊRIŞÎ HER KESÎ DIKE 
 
Hatimogûllari bal kişand ser doza girtina li ser partiya wan û doza Kobanê û got: “Ev her du doz siyasî ne û dixwazin bi van dozan heyfê ji partiya me bigirin.” Hatimogûllari destnîşan kir ku heke pêşiya rêxistinên girseyî yên demokratîk were vekirin wê gelek pirsgirêkên li Tirkiyê werin çareserkirin û rêxistinên demokratîk ji bo wan gelek bi nirx in û piştevanî û têkoşîn ji bo wan girîng e. Hatimogûllari got îqtidar êrişî her kesê serê xwe li ber wan natewîne dike. 
 
Piştî axaftina Hatimogûllari, nûnerên rêxistinên sivîl kêfxweşiya xwe ya ji bo civînê anîn ziman û destnîşan kirin ku wê têkoşîna hevpar demokrasiyê bîne welat.