‘Em ê bi 10 hezaran beşdarî kongreyê bibin’

img

STENBOL - Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, têkildarî kongreya 11'ê Sibatê civîn li dar xist. Rêveberê HDP'ê Cengîz Uzuner, diyar kir ku amadekariyên wan yên tevlîbûna kongreyê bi dawî bûn û dê ji Stenbolê bi 10 hezaran kes beşdarî kongreyê bibin. Tu êrîş dê me ji rêya me nekin. Em ê teslîmî faşîzmê nebin.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, têkildarî xebatên Kongreya Mezin a Asayî ya di 11’ê Sibatê de li Enqerê bê lidarxistin civîna çapemeniyê pêk anî. Alîkarê Hevserokê HDP’a Stenbolê Cengîz Uzuner, diyar kir ku ewê di rewşên awarte de kongreya xwe pêk bînin û wiha axivî: “Em ê di kongreyê de ne tenê hilbijartinên hevserokatî, PM û MYK’a bikin, em ê di kongreyê de ji şer, yek tîpî, êrîş, zilm, xizantiyê û faşîzmê re bêjin êdî bese.” 
 
‘EMÊ TESLÎMÎ FAŞÎZMÊ NEBIN’
 
Uzuner, da zanîn ku dê bi kurdan, tirkan, lazan û çerkezan re ji Amedê haya Artvînê, ji Kevanê heya Kaşanê mirov beşdarî kongreyê bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me hedef kir ku 10 hezaran kes beşdarî kongreyê bibin. Lê heya niha tenê ji navçeyan 10 hezar kesî kestine beşdarî kongreyê bibin. Tu êrîş dê me ji rêya me nekin. Em ê teslîmî faşîzmê nebin.”
 
'GEL BI BIRYARE'
 
Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Esengul Demîr jî, diyar kir ku nêzî mehekê ye xebatên xwe dimeşînin û wiha got: “Em ê bi kongreyê dest bi destpêkêk nû bikin. Divê ev pêvajo êdî biguhe re. Di civînên me pêk anîn de, me hirsa gel a mezin bûyî dît. Ligel hemû êrîşan jî gel rêxistinbûyan xwe diparêze û bi biryare. Dê girtin, binçavkirin û hemû cûreyên êrîşan nekarin pêşiya bi deh hezaran gel bigire. Gelê me amedeye beşdarî kongreyê bibin.”