Dundar: Divê her kes bi hêvî be

img
MÊRDÎN - Parlamentera HDP’ê Pero Dundar li Midyadê axivî û got: “Divê her kes bi hêvî û hêzdar be û bi xwe bawer be. Çimkî emrê vê îqtidarê kurt e.” 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Midyada Mêrdînê 2’yemîn Kongreya Awarte li dar xist. Kongre li otelek li navçeyê pêk hat û Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, nûnerên suryanan û kurdên êzidî û gelek kes beşdar bûn. 
 
Parlamenter Pero Dundar di kongreyê de axivî û da zanîn ku dema ew li ser bingeha gelan û baweriyên li Midyadê dijîn dinêrin dibînin ku prototîpa HDP’ê ye û divê li navçeyê rêxistinbûna xwe xurt bikin. Dundar anî ziman ku aliyek demokrasî, azadî û aştiyê dixwaze û aliyek jî şer dixwaze heye û got: “Siyaseta vê îqtidarê Tirkiyeyê, gelan û civakê dabeş dike.”
 
POLÎSAN XWEST KONGREYÊ PROVOKE BIKIN 
 
Di kêliya axaftina Dundar de polîsan xwest bi bi kamerayê bikevin eywana kongreyê. 
 
Rêveberên HDP’ê bertek nîşanî polîsan dan û nehiştin bikevin hudnir. Dundar bertek nîşanî polîsan da û got polîs  tenê dikevin kongreya partiya wan û di kongreyên tu partiyên din de ev yek pêk nayê. 
 
‘BI HÊVÎ BIN’ 
 
Dundar bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê û got divê li hember vê yekê bêdengî berdewam neke. Dundar diyar kir ku divê li dijî sepanên antîdemokratîk ên îqtidarê têkoşîn were kirin û got: “Divê her kes bi hêvî û hêzdar be û bi xwe bawer be. Çimkî emrê vê îqtidarê kurt e.” 
 
Hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û Hulya Barbara Akay û Zubeyîr Erîk ji bo hevserokatiya navçeyê hatin bijartin.