Bûldan: Pêdiviya gelan bi aştiyê heye

img

WAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, gotinên Gandhî yên "Rêya aştiyê nîne, aştî bixwe rê ye" bibîr xist û got: “Pêdiviya gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn bi aştiyê heye.”

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Wanê mitînga aştiyê li dar dixin. Mitîng li pêş Parka Mûsa Anter pêk hat û bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, piştî stranên hûnermend Mûrat Demîr, derket ser dikê û xîtabî gel kir.
 
‘AŞTÎ BI XWE RÊ YE’
 
Bûldan, bal kişand ser girîngiya aştiyê û wiha axivî: “Îro 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li gelan pîroz be. Gelê me yê xweşewît, gelê me yê bi nirx ê Wanê, ji dil û can ez roja we ya 1’ê Gulanê Roja Aştiya Cîhanê pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku 1’ê Îlonê, li vî welatî bibe, wesîleya aştiyê. Ev erdnîgarî tiyê aştiyê. Em di demeke ku bêriya aştiyê dikin re derbas dibin. Îro ji her demê zêdetir gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn hewceyê aştiyê ne. Belê, aştî ne tenê naveke. Bêguman, aştî edalete, azadî, ked û xwêdan e, lê di heman demê de jiyanek dadmend e. Weke ku Gandhî gotiye, ‘Rêya aştiyê nîne, aştî bixwe rê ye.’”
 
KRÎZÊN SIYASÎ YÊN DESTHILATDARIYÊ
 
Bûldan di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li ser vê axê, gelek êşên mezin hatin jiyîn. Bedelên gelek mezin hatin dayîn. Ji bo aştiyê têkoşîn hat birêve birin. Her  tim li ser navê aştiyê, demokrasiyê û azadiyê têkoşînên mezin hatin dayîn. Ev vê rastiyê baş dizanin û me şahdiya vê yekê kiriye. Sedemek jiyanên ku me winda kirin û wêraniya ku me jiya, heye. Tu carî gelê me polîtîkayên şer erê nekiriye. Li welatê me, ev 6 mehin polîtîkayên şereke dijwar tên bi rêve birin. Sedama van şer û polîtîkayan jî desthilatdariye. Ev jî dibe sedem ku krîzên siyasî yên desthilatdariyê mezin dibin. Sedema van hemûyan jî desthilatdariya AKP Û MHP’ê ye. 
 
HESRETA GELAN
 
Ji bo ku aşî û çareserî pêk nehat, Tirkiye her roj ber bi aliyekê ve diçe. Pêvajoya diyalog û müzakere ya di sala 2013’an de dest pê kir, ji bo guhertina qedera Tirkiyê û Rojhilata Navîn pêngavek dîrokî bû. Me weke gelên Tirkiyeyê ev ji nêz ve şopand. Ne tenê pêvajoya aştî û muzakereyê, di heman demê de gavên li paş wê hatin avêtin jî hebûn. Ji bo vê di 28’ê Sibatê de, mutabakata li Dolmabahçê hat xwendin girîng bû. Lê serdestên vî welatî, ji çareseriyê bêtir neçareserî tercîh kirin. Polîtîkayên şer tercîh kirin û darbe li pêşeroja hevpar a gelan xistin. Her ku çû tecrîd kûrtir kirin û xwestin hêviya aştiyê ya gelên Tirkiyeyê bidin ji bîr kirin.
 
PIRSGIRÊKA KURD
 
Lê çi dibe bila bibe, em ê li her qadê li dijî şer, di şatiyê de israr bikin. Ji ber ku em dizanînin kesên vî welatî bi rêve dibin, dijminê Kurdan, jinan, Elewiyan, Sunniyan, Ermenî û Suryaniyane. Yên li dijî van têdikoşin, hevalên me yên ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin niha di girtîgehan de ne. Em aştiyê dixwazin û em vê daxwaza xwe israr dikin. Lê ji bo ku aştî pêk were, divê bi rêyên demokratîk pirsgirêka Kurd bê çareserkrin. Pirsgirêka aştiyê ne tenê pirsgirêka HDP’ê ye. Ev pirsgireke wijdaniye. Qedexeya pirsgirêka Kurd wekemexduriyetê vedigere 83 mîlyon mirovî. Êdî dema qîrkirin û bangawaziya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e hatiye.”
 
Piştî axaftina Bûldan, mîtîng bi Koma Abdal berdewam kir.