Parêzerê Ocalan: Êrîşa li dijî Efrînê nûjenkirina komployê ye

img

STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Emre Emekçî, destnîşan kir ku komploya naventeweyî di sala 19'emîn de ye, Ocalan bi hewldanên aştiyê bersivê dide komployê û ev tişt got: "Êrîşên îro li dijî Efrînê pêk tê berdewama komploya navneteweyî ye."

Komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, ket sala 19'an. Ji wê rojê ve Ocalan li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de di bin tecrîdek giran de ye. Ocalan ji wê rojê ve gelek lîstik û planên hêzên navneteweyî bi berxwedana xwe vala derxist. Di salên 1993, 1995 û 1998'an de agirbestên ku îlan kirin, xwest pêvajoya aştî û demokrasiyê bi pêş bixe. Lê Tirkiyeyê hemû hewldanên Ocalan ên aştiyê bi şer bersivand û vala derxist. Ocalan van serdeman wekî yekemîn, duyemîn û sêyemîn a komployê dinirxîne. Ocalan di sala 1999’an de li Îmraliyê pêvajoya aştiyê dîsa da destpêkirin, lê ruxmê hemû hewldanan ev têkoşîna Ocalan a ji bo aştiyê jî bi şer bersivandin û Ocalan vê êrîşa li dijî aştiyê jî wekî komploya 4'emîn pênase kir.
 
Dema çaremîn a komployê di heman demê de, hatina AKP'ê ya desthilatdariyê ye û sal 2002 ye. Di vê xalê de Ocalan serî li du rêyên cuda da, serdema komploya 3'yemîn wekî "Serdema Komploya Reş", serdema komploya 4'emîn jî wekî "Serdema Komploya Kesk" pênase dike û ev pêvajo hêj b hemû hewldanên xwe dewam dike.
 
Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrînê û parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Emre Emekçî, komploya li dijî miwekîlê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
‘ROJA KU OZAL PLANA ÇARESERIYÊ RADIGIHAND QETIL KIRIN’
 
Emekçî da zanîn ku Rêberê PKK'ê Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de anîne Tirkiyeyê, lê ji salên 90'î vir ve bingeha vê amade dikirin û ev tişt got: "Ocalan serdema ku wekî 'Serdema Komployê ya Yekemîn' pênase dike, serdema Ozal e. Ozal ji bo pirsgirêkê çareser bike, bi rêya rojnameger û Talabanî agahî ji Ocalan re şand. Li ser vê Ocalan di Adara 1993'yan de agirbest îlan kir."
 
Emekçi destnîşan kir ku piştî agirbestê, gladyoya navneteweyî ya Îngîltere û DYA serkêşiya wê dike û berdewam wê ya li Tirkiyeyê Gureş-Çîller bi komployê ev pêvajo valaderxistine û wiha axivî: "Ev ekîba gladyoyê, ruxmê agirbestê jî operasyon û êrîşên xwe yên li ser gel dewam kirin. PKK'ya ku ketibû pozîsyona parastinê, li dijî wan wê operasyonên noqteyî pêk dihatin, ruxmê vê jî agirbest hat dirêjkirin. Piştî biryara dirêjkirinê, Serokomar Ozal efû jî di nav de plana xwe ya çareseriyê aşkera dikir, hat qetilkirin."
 
‘HEWLDANÊN AŞTIYÊ BI ÊRÎŞAN BERSIVANDIN’
 
Emekçî, da zanîn ku Ocalan "Serdema Komploya Duyemîn" jî wekî Gulana 1995'an diyar dike û hikumeta koalîsyona ya ku Tansu Çîller serokwezîrtî dikir û Hîkmet Çetîn alîkarê wê bûye û wiha pê de çû: "Çîller xwest PKK agirbestê îlan bike pirsgirêkê bi rêyên aştiyane bên çareserkirin. Bi hin rêyan ev daxwaz ji Ocalan re ragihand. Li ser vê peyama Çîllerê Ocalan di 15'ê Kanûna 1995'an de cara duyemîn agirbest îlan kir. Lê ev hewldana aştiyê jî di 6'ê Gulana 1996'an de bi êrîşeke bombeyî ya li dijî Ocalan bersivandin. Ev êrîş li Sûriyeyê pêk hatibû."
 
‘OCALAN BI KOMPLOYÊ TESLÎM GIRTIN’
 
Emekçî anî ziman ku serdema wekî "Serdema Komploya Sêyemîn" tê pênasekirin, hin beşên di nava artêşê de alîgirên çareseriyê bûn û bi hin rêyan ji Ocalan re peyam şandin û li ser pêşniyaran pêvajoya çareseriyê dest pê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ocalan bi erênî bersiv da van pêniyarên çareseriyê, di 1'ê Îlona 1998'an de cara sêyemîn agirbest îlan kir. Lê ev hewldanên Ocalan ên aştiyê dîsa ji hêla gladyoya navneteweyî û berdewama wan a li Tirkiyeyê bi êrîşan bersivandin. Rêberê PKK'ê di 15'e Sibata 1999'an de bi komployekî anîn Girava Îmraliyê û girtin bin tecrîdê. Ev serdem bi anîna AKP'ê ya desthilatdariyê bi encam bû."
 
‘RÊYA ÇIYÊ DÊ ŞER KÛR KIRA’
 
Emekçî derbirî ku di vê pêvajoyê de Ocalan li Sûriyeyê bû, cara ewil serokekî DYA'yê Sûriye ziyaret kiriye û wê demê wiha nirxand: "Clinton-Esad 4 saetan hevdîtin kirin û rojeva hevdîtinê derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê bû. Heta di vê demê de CIA jî çûbû Şamê û paketek pêşkêşî rayedarên Sûriyeyê kiribû û ev di çapemeniyê de jî derket pêş. Bi vê re hem di warê dîplomasî û hem jî di warê leşkerî de zext li rêveberiya Sûriyeyê kirin. Li ser vê rêveberiya Sûriyeyê peyman li gorî berjewendiyên xwe dît û ji Ocalan re gotin ku 'Nesekine here.' Ocalan dema ji Sûriyeyê derket, du rê li pêşiyê bûn; rêya çiyê û rêya Ewropayê. Rêya çiyê esas bigire, dê şer hêj zêdetir kûr be, dê ne çareserî hêj zêdetir kûr be. Ruxmê rêya Ewropayê xeter bû jî ji bo pêşketina demokrasî û aştiyê ev rê hat hilbijaretin. Li ser vê Ocalan serî li vê rêyê da. Pêvajoya ku wekî 'Hemelya Ewropayê' pênase dike, dest pê kir. Armanc çareseriya demokratîk û aştî bû."
 
‘OCALAN DI DORPÊÇA NATO'YÊ DE YE’
 
Emekçî anî ziman ku Ocalan destpêkê lûye Atînayê û ev nirxnadin kir: "Parlamenterê yewnan Kostas Baduvas ew dawet kiribû. Li ser vê çû Atînayê. Dê piştre derketa holê ku Baduvas mirovê Îngîltereyê ye. Îngîltereyê dê bi rêya Baduvas dostaniya Ocalan bixebitanda û li Yewnanistanê bikişanda xefikê. Ocalan dema xwe gihand Atînayê ev rewş ferq kir. Li benda dostaniya Baduvas bû, lê Baduvas bi îstixbarata yewnan Simitis re di nav hevdîtinan de bû û dê ji der barê Ocalan de çi bikin, li ser wê nîqaş dimeşandin. Yanî bi vekirî pê şiqandin bû."
 
Emekçî bi lêv kir ku roja Ocalan xwe da Yewnanistanê, di dorpêça NATO'yê de bû û ev tişt anî ziman: "Piştî wê biçûya ku dê ev dorpêç neşkestiya. Mînak herî dawî çûyîna Rûsyayê, ruxmê ku dixwaze vegere Kurdistanê jî nahêlin biçe welatê xwe. Diçe ku bi israr vedigerînin Atînayê. Dixwaze bi derfetên xwe biçe welatekî din jî lê destûrê nadin vê jî."
 
‘ŞANSÊ ÇEMBER ŞIKANDINÊ NEDANÊ’ 
 
Prz. Emekçî anî ziman ku Ocalan çûbû gelek welatan lê tu deverê nehat qebûlkirin û radestkirina Ocalan wiha şîrove kir: “Herî dawî ji neçarî çû Yewnanîstanê. Dema çû bi darê zorê ew desteser kirin. Li Navenda Îstîxbara Korfya di bin tecrîdê de hat girtin. Têkiliya wî ji rojevê qût kirin. Şeva 2’ê sibatê dixwazin wî radestî Tirkiyeyê bikin. Lê wesayîta Ocalan têde ye, li baskê balafirê diqelibe. Li şûna radestî Tirkiyeyê bikin bi awayek lez bi balafirek Îngîltere û DYA ya ku tayîn dike bi nepenî direvînin Kenyayê. Di wê pêvajoyê de Ocalan dikeve nav gumanan. Ocalan ji îstîxbarata Yewnanîstanê Savas Kalenderîs ê li cem xwe dipirse dibêje ‘Ev balafira Amerîkayê ye?’ Kalenderîs li wir soza şerefa dewletê dide. Dema dibin Kenyayê DYA û îstîxbara wê CIA, nûçeyên wek ‘Me Ocalan pakêt kir’ serwîsî medyayê dikin. Ocalan li wir jî daxwaz dike ku biçe Kurdistanê. Lê qebûl nakin. Şansê çember şikandinê ya deriyê derketinê nadinê. Roja 15’ê Sibatê jî radestî Tirkiyeyê kirin û ew birin Grava Îmraliyê.” 
 
‘OCALAN HÊVIYEK NÛ AFIRAND’ 
 
Emekçî bibîr xist ku beriya Ocalan bînin Tirkiyeyê li ser medyayê kampanyaya lîncê hatibû destpêkirin û wiha axivî: “Birêz Ocalan jî anîna xwe ya Tirkiyeyê wiha şîrove dike ‘Ez li Arenaya Romayê avêtim ber şêran.’ Hemû plansazî li ser darvekirina Ocalan pêk anîbûn. Wê demê hemû kes berxwedanek nîşan dida û difikirîn ku dê Ocalan bê bidarvekirin. Ocalan di wê demê de got ku agirbesta sala 1998’an dewam dike. Bi vî awayî komployê vala derxist. Bi vala derxistina komployê re sekna xweser a Ocalan hat nîşandan. Lê Ocalan bersiva herî xûrt bi derketina Çareseriya Demokartîk da. Ocalan hemû hawîrdorê nerm kir û gavên çareseriyê avêt û rewşê asayî kir. Lînca li dijî Ocalan û gelê kurd ji holê rabû. Hêviyek nû afirand.” 
 
 ‘TECRÎDA GIRANGIRÎ BI AKP’Ê DEST PÊ KIR’ 
 
Emekçî destnîşan kir ku piştî di 2002’an de AKP desthilatdariyê bi dest xist “Serdema Komploya Sêyemî”" bi dawî bû û “Serdema Komploya Çaremîn” dest pê kir û Ocalan ji vê pêvajoyê dibêje “Serdema Komploya Kesk.” Emekçî vê serdemê wiha nirxand: “AKP çawa ser desthilatê karê ewil kir, diyalogên Ocalan û dewletê birî. Nameyan asteng kir. Hevdîtina parêzeran bi sînor kir. Tecrîdek bênavber a 3 mehan xist dewrê. Tecrîda girankirî gav bi gav bi serdema AKP’ê tê rojevê. Her çiqas Ocalan pêvajoyên çareseriyê û agirbestiyê da destpêkirin jî lê bi cezayên hucreyan bersiv dan van pêvajoya. Ocalan bi amadekirina ‘Nexşerêyê’ pêvajoya Oslo dest pê kir. AKP li dijî vê yekê operasyonên ‘KCK’ xist dewrê. Pişt re jî bi tecrîdê bersiv da Pêvajoya Çareseriya Demokratîk.”
 
‘LI DIJÎ KURDAN DIBIN ŞÎRÎKÊ HEV’ 
 
Emekçî diyar kir ku pêwîste ji komploya li dijî Ocalan ders bê derxistin û wiha got: “Heke ku em vê pêvajoyê baş binirxînin, em ê ji rewşa dagirkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê baş fêm bikin. Çunkî hewldanên aştiyê naxwazin. Bi komployan bersiv didin. Her wiha kurdên xwedî vîna azad naxwazin. Bi salan e kurdan ji bo berjwendiyên xwe bikar tînin. Ocalan dawî li van kevneşopî û hînbûna anî û vê statûyê bi dawî kir. Ev yek jî jibera wan xera dike. Ne netew dewletên herêmî, ne Amerîka, ne Ewropa û ne jî Rûsya li hember kurdên xwedî vîna azad naxwaze. Ev hemû hêz li hember xwe, kurdên piyon dixwazin.  Lê di vê nokteyê de balkêşiyek heye, hemû jî di halê li hevhatinê de ne. Her çiqas di navbera wan de nakokiyên taktîk hebin jî lê ji bo azadiya kurdbûnê bieciqînin dibin şîrîkên hev.” 
 
‘AZADÎ DÊ BI SER BIKEVE’ 
 
Emekçî anî ziman ku êrîşên îro yên li dijî Efrînê tê wateya guncavkirina komployê û gotinên “Kurdên di bin pencên qirkirinê de ne. Îsmet Înonuyê 1925’an çi be, Îsmet Înonuyê sedsala 21’emîn jî Erdogan e” yên Ocalan bibîr xist. Emekçî gotina “Azadî dê bi ser bikeve” ya Ocalan ku di dawiya her 5 cîldên parastina xwe de nivîsandiye bibîr xist û got: “Dê li Efrînê jî azadî bi ser bikeve.” 
 
MA / Sadiye Eser