Arslan: Dê nekarin wêrektiya berxwedana me bişkînin

img

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan ji ber ku êrîşên li ser Efrînê rexne kir hat girtin, bi rêya parêzerên xwe peyam şand û got: “Bi van êrîşan dê nekarin wêrektiya berxwedane me bişkîn in.”

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, bi hinceta li dijî êrîşên TSK û komên hevkarên wê yên li ser Efrînê daxuyanî da di 7’ê Sibatê de hat girtin. Arslan, ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi rêya parêzerên xwe peyam şand. 
 
Arslan, di peyama şand de wiha got: “Gelek siyasetmedarên muxalifên AKP’ê hatin binçavkirin û girtin. Di xwazin bi êrîşa li ser Efrînê, siyaseta bakur teslîm bigirin. Hem ji derve û hem jî di hûndir de, dê  biryardariya têkoşîna me ya li dijî faşîzma AKP’ê berdewam bike. Ev êrîş dê tu carî nekarin moral û wêrektiya berxwedana me bişkînin.”