Sancar: Em dixwazin hemû pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku rêya demokrasiyê di muzakere û diyalogê re derbas dibe û got: “Em dixwazin hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin. Bêyî HDP'ê ne pêkane ku demokrasî, aştî, wekhevî û azadî were vî welatî.”

 
Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Salona Konferansê ya Tesîsên Civakî û Mala Xwendekaran a Teoman Ozturk a TMMOB'ê dest pê kir. Pankartên “Hevserokatî Xeta me ya Sore”, “Parastina Rêveberiyên Herêmî yên Azadîxwaziya Jinê, Hilweşandina Pergala Qeyûm" û “Dem dama avakirina rêveberiyên herêmî yên demokratîk û hilweşandina rejîma qeyûme” yên bi Kurdî, Erebî û Tirkî hatin daliqandin.
 
Ji bajarên herêmê nêzî 400 delegeyan beşdarî konferansê bûn. Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîzmê (SYKP) Canan Yuce û Cavît Ûgûr, Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk ayşe Erdem û Îbrahîm Akin, ji SODAP’ê Sevtap Akdag Karahali û Sezgîn Kartal, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren û gelek kes beşdarî konferansê bûn.  
 
Ewil sînevîzyona ku xebatên şaredariyên HDP’ê dide nîşandan hat pêşandan.  
 
MIZRAKLI: EM HÊZA ÇARESERIYÊ NE 
 
Di konferansê de, peyama Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî cihê wî hat kirin a ji Girtîgeha Sergirtî ya Bunyan a Qeyseriyê şandibû, hat xwendin. Mizrakli, di peyama şand de wiha got: “Ligel hemû neyîniyan jî, divê em bêtir hewl bidin û ji her kesî re, nemaze ji gelê xwe re, nîşan bidin ku em hêza çareseriyê ne. Bêyî ku em bikevin nîqaşên xedar, divê em bi hêvî û dilnizm berdewam bin. Rêveberiyên herêmî, saziyên demokratîk ên bi nirxin. Divê em hîn zêde, li ser awayên rêveberiya herêmî nîqaş bikin. Ji tecrubeya me ya yekemîn a rêveberiya herêmî, me hewl da ku rêveberiyên herêmî li ser bingeha civakê demokratîk ava bikin. Li şûna têgihîştina ‘Tevî gel, ne ji bo gel’, me prensîba ‘Bi gel re, ji bo gel’ pejirand.”
 
SANCAR: HDP NAVNÎŞANA AZADIYÊ YE 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî, diyar kir ku li Tirkiyeyê HDP, adresa aştî, demokrasî, azadî û hemû wekheviyane. Sancar, da zanîn ev asta têkoşînê ya harî jore û wiha axivî: “Bê guman, ev ne xala dawîn e. Wê piştî me jî ev têkoşîn mezin bibe. Em parêzgerên heyî yên vê mîrasa birûmet in. Ji bo ku em berpirsiyariya xwe bi cih bînin, tişta dikeve ser milê me, emê bikin.”
 
REJÎMA QEYÛM 
 
Sancar, da zanîn ku demokrasî li cihê ku bêrêziya li dijî vîna gel dest pê bike diqede û wiha bilêv kir: “Li virê derê, rejîma qeyûm wekî rêbaza herî hovane ya desteserkirina vîna gelan, wekî darbeyek li dijî tevahiya demokrasiyê derket holê û bû pêngava herî girîng a hilweşîna li Tirkiyeyê. Li nuqteya herî krîtîk a geşedanên ku Tirkiye xistiye nav çalek tarî, têgihîştina keyfî, monîst a ku vîna gelan nas nake, heye. Ger em nekarin vê ferasetê bidin rawestan, emê nekarin rewşa heyî jî bidin guhertin. Lê em bi biryarin ku vê rewşê bidin guhertin. Bêyî demokrasiya herêmî, tu wateya avakirina demokrasiya li seranserê welat tune ye. Ji ber ku demokrasiya herêmî, tê wateya vîna gel. Demokrasiya herêmî qadek e ku beşdarbûna gel herî zêde rasterast û kontrola gel jî herî ya bi bandor e.”
 
‘BI MEZINBÛNÊ, EM DEWAM DIKIN’
 
Sancar di dewama axaftina xwe de wiha got: “Em bi mezinbûnê rêya xwe dewam dikin. Ligel hemû astengiyan jî HDP mezin dibe. Mezin bûna HDP’ê, mezin bûna hêviyê ye. Mezinbûna baweriya bi pêşerojek demokratîke. HDP tava havînê ya cemidî ye. HDP, di taritiyê de ronahiyek bi hêze. HDP hêviya gelane. Dema ku em riya muzakereyê berfireh bikin, em ê di demek nêz de bibînin ku vîna demokratîk a gelan wê ji aliyê HDP'ê ve bi hev re bê avakirin û ew ê bibe hêza çareseriyê û mifteya çareseriyê ya di tifaqê de. Em dixwazin hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin. Bêyî HDP'ê ne pêkane ku demokrasî, aştî, wekhevî û azadî were vî welatî. Em ê bi hevre bimeşin. Ev rê mezin dibe, kerwan berfireh dibe û hemû derî vedibin.”
 
Piştî axaftina Sancar konferans li çapemeniyê girtî dewam kir.