Serokê Giştî yê PÎA’yê: Deklarasyon girîng e divê gav were avêtin

img
WAN - Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç, diyar kir ku bi deklarasyona ku HDP’ê aşkera kiriye vîneke xurt derketiye holê û bi lêv kir ku di serî de pirsgirêka kurd divê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê herkes ji dil be. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç ê “Deklarasyona Banga Demokrasî, Aştî û Edaletê” ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nirxand û bi lêv kir ku wê bi deklarasyonê vîneke xurt derkeve holê. Kamaç, diyar kir ku deklarasyona HDP’ê ya ji 11 xalan pêk tê ji bo siyaseta Tirkiyeyê girîng e. Kamaç, da zanîn ku pirsgirêka kurd a 100 sal in didome hatiye asta herî jor û wiha got: “Pirsgirêka welat a herî girîng pirsgirêka kurd e. Divê di çarçoveya diyalog, nirxên aştî û demokrasiyê de were çareserkirin. Me di pêvajoya 100 salan de jî dît ku bi zextan ev pirsgirêk çareser nabe. Divê Tirkiye jî bibîne ku heta ev pirsgirêk neyê çareserkirin, pirsgirêkên din jî nayên çareserkirin. 
 
'DIVÊ PARTIYÊN KURD HIIŞYAR BIN'
 
Kamaç, destnîşan kir ku Tirkiye di rewşeke awarte de derbas dibe û wiha berdewam kir: “Pirsgirêka kurd di demekî ku nêzîkî hilbijartinê de tê niqaşkirin. Divê siyaset û partiyên kurd di vê mijarê de hişyar bin. Gotina CHP’ê ya ‘Pirsgirêka kurd heye û divê were çareserkirin’ girîng e. Lê ev têre nake. Divê tenê bi çavê dengan û stendinê de li pirsgirêkê nenêrin. Kesên dixwazin pirsgirêkê bi rastî çareser bikin divê gavê biavêjin. Ji bo vê gotinên wêrektir lazim in.”
 
Kamaç, da zanîn ku bi pergala serokatiya tîpa tirk, Tirkiye ketiye nava qeyranan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em weke Partiya Însan û Azadiyê dibêjin ku ji bo çareseriya pirsgirêkên bingehîn û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê hewcehî bi diyalogê heye.”
 
DIVÊ PARTIYÊN KURD WERIN GELHEV
 
Kamaç, destnîşan kir ku di çareseriya pirsgirêka kurd de xebatên yekitiya neteweyî girîngin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wê xebatên yekitiya neteweyî çareserkirina pirsgirêka kurd hesab bikin. Divê em weke partiyên kurd ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hemû reng û cudatiyên xwe werin bahev û helwestekê nîşan bidin. Em weke piya tişta ji destê me tê em ê bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê tişta ji destê me were em bikin. Ji ber vê yekê di serî de partiyên kurd, em bang li hemû partiya dikin ku ji bo tiştên pewîst bên kirin, werin gelhev.”