‘Efrîn Gazze ye'

img

AMED - Endamê Tevgera Azadiyê Parêzer Sidki Zîlan xwest demildest yekîtiya netewî ya kurd pêk bê got: "Niha Rojava Gazzeya duyem e. Heta niha Efrîn ji sedî sed Gazze ye." Hevberdevka Delegeyên KCD'ê ya Amedê Zelal Bîlgîn jî got: "Hinekî din jî derengmayîn tê wateya mirinê, komkujiyê, windakirina tevahiya destkeninan." 

Derdorên kurdistanî destekê dan biryara ku Parlementiya Kurdistana Federe têkildarî êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên li ser Efrînê biryara ku wergirt û kombûna Kongreya Netewî ya Kurd. Endamê Desteya Rêveberi a Navendî ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Vahît Aba, destnîşan kir ku di wateya yekîtiya netewî, wateyeke hevfikir di xwe de dihebîne û çawa ku dijmin û dagirkerên kurdan li hemberî kurdan yekîtiya xwe çê kirin, divê kurd jî li hemberî wan bibin yek. Aba bi lêv kir ku îro jî hêzên dagirker li perçeyeke Kurdistanê êrîşî destkeftiyên kurd û Kurdistanê dikin û got: "Ev der Efrîn e. Li her çar perçeyên Kurdistanê kurd van êrîşan şermezar dikin. Êrîşa li ser Efrînê şermezar dikin." 
 
'BÊYÎ YEKÎTIYA NETEWÎ KURD BI SER NAKEVIN' 
 
Aba, diyar kir ku divê hemû derdor bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê bidin û her wiha divê kurd jî bi awayekî yekbûyî bertekên xwe nîşan bidin. Aba, bi lêv kir ku yekîtiya netewî ne pirsgirêkeke îroyîn e, pirsgirêkeke 100 saliyî ye. Aba anî ziman ku divê kurd ne bi feraseta dagirkeriyê bi hestên kurd û kurdistaniyî bên gel hev û domand: "Divê em ji bo Kurdistanê bên gel hev. Divê em tenê ne ji bo perçeyekî, ji bo her çar perçeyan bên gel hev û divê her kes ji hêla xwe ve gav bavêje." 
 
'EFRÎN GAZZE YE'
 
Endamê Tevgera Azadiyê Parêzer Sidki Zîlan jî, got biryarên ku Parlementoya Herêma Kurdistana Federe wergirtine di cih de ne û ji bo perçeyên din jî tifaqeke netewî hewce ye. Zîlan destnîşan kir ku divê temsîliyeteke netewî hebe. Zîlan bi lêv kir ku li cîhanê her roj an her sal guherîn rû nadin û firsendên bi vî rengî bi dest nakevin. Zîlan mîna dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn da û got wê demê li ber kurdan firsendeke zêrîn hebû, lê belê ji ber kurd nebûn yek hatin xapandin. 
 
Zîlan ku got "Rojava û Efrîn me eleqedar dike û mala me ye" der barê êrîşên li ser Efrînê de jî ev tişt gotin: "Em mafê her kesî diparêzin. Lê divê em mafên xwe jî biparêzin. Efrîn, Amed, kerkûk mala me ye. Tiştên li wir tên kirin zêdetir me eleqedar dike. Çawa ku em li ber Filîstînê dikevin, em li ber wan jî dikevin. Ma gelên Tirkiyeyê ji bo gelê Filîstînê xemgîn nabe, beriya wan kurd xemgîn bûne. Ji kengî ev ye ku dewletên îslamî Filîstînê difikirin. Kurd beriya Hamasê li gel gelê Filîstînê bûn, mil dan milê wan û têkoşiyan. Niha Rojava jî Gazzeya duyem e. Heta Efrîn niha ji sedî sed Gazze ye. Çimkî her sê aliyên wê hatine girtin. Dewleteke mezin ku dibêje ew xwediyê artêşa herî mezin a duyem a NATO'yê me û dibêje em li Efrînê şer dikin. Efrîn navêeyek e. Navçeyeke Amedê jê mezintir e." 
 
Zîlan bi lêv kir ku kurd doza aştiyê dikin, lê belê bangên wan ên ji bo aştiyê tên tepisandin. Zîlan got êdî dema tirsê qediya û kurd jiyana xwe didomînin û li ber xwe didin. Zîlan bi lêv kir ku bêyî aştiyeke bi rûmet tu tişt nepêkan e û divê êdî kurd û gelên Tirkiyeyê zanibin ku kesên êrîşî kurdan dikin aştiyê naxwazin. 
 
'HEKE KURD NEBIN YEK...' 
 
Hevberdevka Delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Zelal Bîlgîn jî, destnîşan kir ku heke yekîtiya netewî pêk bê wê kurd li qada navnetewî bibin xwedî gotin û ev tişt gotin: "Wê ev yek li qada navnetewî pir bandorker be. Li parlementoya kurdan dayîna biryareke wisa pir girîng e û wê rê li ber pêvajoyê vebike." Bîlgîn destnîşan kir ku îro li Rojvayê ji bo tunekirina destketinan êrîşên cidî pêk tên û ji bo ev destetin neyên tunekirin divê demildest yekîtiya netewî pêk bê. Bîlgîn heke di çarçoveya yekîtiya netewî de xwedî li destketinan neyê derketin wê her biçe şer gurtir bibe û wê kurd tim û tim di bin dagiriyê de bin. 
 
Bîlgîn bangên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan ên ji bo yekîtiya netewî bi bîr xistin û got: "A rast sedema herî mezin ku divê kurd di çarçoveya yekîtiya netewî de kom bibin jî komploya navnetewî ye. Ev komplo ev tişt nîşanî me daye. Kurd gelê herî qedîm ê Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ne û hêzên navnetewî wan perçe û dabeş kirine. Ji bo rûxandina vê jî yekîtiya netewî şert e." Bîlgîn destnîşan kir ku Birêz Ocalan tim destnîşan kiriye ku divê kurd li dor yekîtiya netewî bibin xelek û deskeftî çi dibin bila bibin divê kurd li dor yekîtiyê bibin xelek. Bîlgîn bi lêv kir ku heke kurd nebin yek, destketinên wan çi dibin bila bibin wê tim bi êrîşan re rû bi rû bimînin û ev tişt gotin: "Em dizanin êrîşên li Rojava tên çi watyeê û em dibêjim em dereng man. Heke em hinekî din jî dereng bimînin ev ji bo kurdan mirine, komkujî ye, bi tevahî windakirina destketina ye. Pergal bi hemû hêza xwe êrîş dike û divê kurd li hemberî van bêtehamuliyan bibin yek." 
 
MA / Bêrîvan Altan