Şîmşek: Desthilatdariyê li dijî jinên berxwedêr şer îlan kir

img

AMED - Aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek operasyon û binçavkirinên demên dawî yên li dijî siyasetmedarên jin nirxand û aşkera kir ku desthilatdariyê li dijî siyaseta demokratîk û jiyana azad a jinê şer îlan kiriye.

Di nava heftetyekê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û gelek kes hatin girtin, bi dehan jin hatin binçavkirin. Aktivîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek, mudaxaleya li dijî jinê nirxand, da zanîn ku ev mudaxaleya li dijî siyaseta demokratîk û jiyana azad a jinê ye. Şîmşek diyar kir ku kesên gotinên xwe dibêjin, qadan naterikînin bi êrîşan re rû bi rû dimînin û ev tişt got: "Akat berê gelek caran hat binçavkirin. Demekê di girtîgehê de ma û piştî derket têkoşîna xwe dewam kir. Tenê tiştek kir siyaseta demokratîk û siyaseta azadiya jinê meşand."
 
‘LI DIJÎ JINA AZAD ŞER ÎLAN KIRIN’
 
Şîmşek destnîşan kir ku kesên hatine girtin, di têkoşîna jinê de aktîf cih digirin û wiha pê de çû: "Ji ber xebatên xwe dibin armanc. Desthilatdarî kesên siyaseta demokratîk dike û kedê dide davêje girtîgehê. Dîroka jinên li dijî serdestiya mêr tê dikoşin gelekî kevin e. Bi hincetên vala hevalên me digirin û davêjin girtîgehê. Em vê dijî hiqûqê dibînin. Li dijî têkoşîna jina azad şer îlankirine."
 
‘DI 3 SALAN DE 9 HEZAR JIN AVÊTIN GIRTÎGEHÊ’
 
Şîmşek derbirî ku di 3 salên dawî de  9 hezar jin avêtine girtîgehê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi van êrîşan re dixwazin jinan di malê de hepis bikin. Hikumet dixwaze vê yekê bi pêş bixe. Desthilatdarî wekî mal li jinê mêze dike. Tenê dixwazin jin zarokan bîne û ji zilam re xizmetê bike." Şîmşek girtina hevşaredaran û ji peywirê xistina jinê jî wekî mudaxaleya li dijî pergala hevserokatiyê nirxand û aşkera kir ku di 10 salan de li Tirkiyeyê û li herême gelek saziyên jina hatine avakirin, jin bûne xwedî biryar û ji ber vê bûne hedefa desthilatdariyê.
 
DÊ 8'Ê ADARÊ BIBE BERSIVA HERÎ BAŞ
 
Şîmşe anî ziman ku ji ber pêkanînên antî demokratîk, gelek jin, akademîsyen û hevşaredar hatine girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Girtin berî 8'ê Amdarê pêk hat û ev ne tesaduf e. Lê li Tirkiyeyê û Kurdistanê ji bo 8'ê Adarê bi rêya platforma xebatek baş tê meşandin. Ruxmê hemû astengiyan li hemû bajaran pername hatin amadekirin û xebat dewam dikin. Ji bo wê dê 8'ê Adarê ji hemû êrîşan re bibe bersiv."