Ji bo Semra Guzel 'Komîsyona Amadekariyê' hat avakirin

img
ENQERE - Piştî ku hevdîtinên fezlekeyên Parlamentera HDP'ê Semra Guzel li Komîsyona Tevlîhev bi dawî bûn 'Komîsyona Amadekariye' hat avakirin. 
 
Hevdîtinên ji bo rakirina "destnedayîna" Parlamenrtera HDP'ê Semra Guzel li Komîsyona Tevlîhev a ji komîsyonên Edalet û Destûra Bingehîn pêk dihat bi dawî bûn. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP'ê Abdûllah Koç, Oya Ersoy, Huseyîn Kaçmaz, Zuleyha Gulum, Mûrat Çepnî, Şevîn Coşkûn, Serpîl Kemalbay, Erdal Aydemîr, Ayşe Surucu, Nûran Îmîr, Fîlîz Kerestecîoglû, Celadet Gaydali, Mahmût Togrûl û Necdet Îpekyuz tevlî hevdîtinan bûn. 
 
DAXUYANIYA BOZDAG
 
Serokê Komîsyona Bekîr Bozdag, diyar kir ku wê li ser dosya destnedayîna Semra Guzel a HDP'î hevdîtinan bikin û wiha got: "Em ê îro tenê mijara avakirina Komîsyona Amedekariyê bigirin dest û komîsyonê ava bikin. Teqdîr a we rêzdar endamên komîsyonê ye. Em muzakereyan piştî ku raporên Komîsyona Amdekariyê hatin bikin. Em rayeya nivîsandine bidin Komîsyona Amedekariyê. Dibe ku agahî, belge û zêdekên nû bên. Piştî ku wan jî bibîne wê komîsyona nirxandinên hûrgulîtir li ser raporê bike û leztir biryarê bigire."
 
KOMÎSYONA AMEDEKARIYÊ 
 
Bekir Bozdag şêwirmend û rojnamegeran ji komîsyonê derxist û xwest ku parlamenterên ne endamên komîsyonê jî der bixe. Li ser îtîraza parlamanterên HDP'ê komîsyonê li gorî usûla xebatê hevdîtinê kir. Piştî hevdîtin nêzî saet û nîvekê biryar hat dayîn ku parlamenterên ne endamên komîsyonê jî tevlî hevdîtinên komîsyonê bibin. Di hevdîtinê de Komîsyona Amedekariyê hat avakirin. Ji bo komîsyona parlamenterên AKP'ê Ramazan Can, Abdûllah Guler û Zeynep Gulyilmaz, Parlamenterê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî û Parlamenterê CHP'ê Rafet Zeybek hatin hilbijartin.