Erdogan: Em biryara Konseya Ewropayê ya ji bo Kavala nas nakin

img

ENQERE – Erdogan têkildarî biryara Konseya Ewropayê ya ji bo Osman Kavala axivî û got: “Yên ku rêzê bo biryarên dadgehên me negirin, bila ne li bendê bin ku em jî bo wan rêzê bigirin.” 

 
Serokwezîrê AKP’î Tayyîp Erdogan beriya serdana xwe ya Ukraynayê li Balafirgeha Esenbogayê bersiva pirsên rojnamegeran da. Erdogan di civîna çapemeniyê bal kişand ser biryara Konseya Ewropayê (KE) ya derheqê Osman Kavala de. Erdogan diyar kir ku yên dadgehên wan nas nekin, ew jî dadgehên wan nas nakin. 
 
Di berdewamê de jî Erdogan wiha got: “Di vê mijarê de dadgehên me biryarek da ye. Di vê mijarê de gotinên AÎHM an jî yên Konseya Ewropayê me eleqedar nakin. Hêviya me ew e ku rêzê bo biryarên dadgehên me bigirin. Nexwe bila ne li bendê bin ku em jî bo wan rêz bigirin.”
 
BIRYARA KE’YÊ
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) biryar dabû ku Osman Kavala were berdan lê Tirkiyeyê ev biryar pêk neanî. Li ser vê yekê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê pêvajoya binpêkirinê dabû destpêkirin û dengdayîna duyemîn îro pêk anî. Di encama dengdayînê de biryar hat dayîn ku AÎHM dosyayê binirxîne.